20:55 20 Gulan 2018
    Hevserokên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag

    Demirtaş nalet li Îsraîlê anî û ji bo piştevaniya filîstîniyan banga mîtinga mezin kir

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Namzedê hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê yê HDPê Selahattîn Demirtaş piştî bûyerên Xezeyê ku di encamê de bêhtirî 50 kesan jiyana xwe ji dest da, bertek li dijî Îsraîlê nîşan da û ji bo piştevaniya gelê Filîstînê banga lidarxistina mîtingekê li Stenbolê kir.

    Li ser hesabê Demirtaş ê Twitterê piştî bûyerên li Xezeyê daxuyaniyên şermezarkirina Îsraîlê hatin weşandin û ji hemû namzedên serokomariyê yên Tirkiyeyê jî daxwaza yekhelwestiyê hat kirin û hat xwestin, ligel hev bi beşdariyeke mezin mîtingekê li Stenbolê li dar bixin.

    Demirtaş got, "Ji bo protestokirina vê hovîtiyê û piştevaniya gelê Filîstînê bi pêşengiya civaka sivîl, em li Stenbolê mîtingeke mezin li dar bixin."

    Demirtaş di daxuyaniyên xwe de hikûmeta Îsraîlê wekî ku hovîtiyeke bêsînor dike tawanbar kir û ji kesûkarên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.

    Bi heman mijarî:

    Trump fermana kêmkirina kirîna petrola Îranê da
    DAIŞê berpirsyariya êrişa xwekujiyê ya li Endonezyayê girte ser xwe
    Manîfestoya hilbijartinê ya HDPê hat aşkerekirin: Em dê pirsa kurdî çareser bikin
    Partiyên kurdî: Em encama hilbijartinê qebûl nakin
    Ebadî daxuyaniyek da: Bila her kes encaman qebûl bike
    Dadgeha Iraqê terorîstekî ku dîplomatê rûs kuştibû bi idamê ceza kir
    Şerê gakûviyekî û du şêran û encama wê
    Etîketan:
    Banga Mîtingê, Filîstîn, Îsraîl, Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de