18:11 21 Gulan 2018
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Amerîka nikare navbeynkariyê bike, pêbaweriya xwe winda kiriye

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkyê Mevlut Çavuşoglu derbarê bûyerên piştî veguhestina balyozxaneya Amerîkayê bo Qûdsê û 50 kesên ku ji aliyê hêzên îsraîlî ve hatin kuştin daxuyanî da. Çavuşoglu “bê yî ku dilê wan bişewite bi guleyên rastîn teqe dikin. Terorekê dewletî heye.”

    Wezîrê tirk Çavuşoglu ji medya tirkî re daxuyanî dan.

    Ji daxuyaniya sereke ya wezîrê tirkî çend xal wiha ne:

    'AMERÎKA XWE FERZ DIKE'

    • Hejmara kesên hatine kuştin derkete 52yan. Ji aliyekî ve vekirineke bi mûzîk û şahî, li aliyê din komkujiyek heye. Amerîk xwe ferz dike. Tevî ku hemû dinya li dijî vê yekê derdikeve xweferzkirina Amerîkayê rewşeke cidî derxist holê.
    • Bi qasî 2 hezar însan birîndar bûn. Bê yî ku dilê wan bişewite bi guleyên rastîn teqe dikin. Terorekê dewletî heye. Ne tenê wekû dewlet, wekû gel jî helwesta me diyar e.

    'AMERÎKA ÊDÎ NIKARE NAVBEYNKARIYÊ BIKE'

    • Amerîka (di mijara Filistînê) nikare navbeynakariyê bike, pêbaweriya xwe winda kiriye.
    • Amerîka ji niha û pê ve bixwaze jî nikare navbeynkariyê bike. Navbeynkariya Amerîkayê êdî bi dawî bû.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku balyozxaneya Amerîkayê ya Qudsê îro bi beşdarbûna keça Trump, Ivanka Trump û hevserê wê Jared Kushner ve îro hatibû vekirin. Di hundirê rojê de li dijî protestoyên filistîniyan leşkerên Îsraîlê bi tund tevgeriya, gelek kes hatin kuştin, bi hezaran birîndar hene. Ji aliyê din ve li herêmê pevçûn ragêşî berdewam e. Hejmara miriyan ji 50î derbas bû.

    Bi heman mijarî:

    Balyozxaneya Amerîkayê ya li Qûdsê bi merasîmekê hat vekirin
    Welatekî din balyozxaneya xwe ya Îsraîlê dibe Qûdsê
    Trump: Dibe ku di vekirina balyozxaneya Amerîka ya Qûdsê de amade bim
    Amerîka meha gulanê balyozxaneya Îsraîlê ya Qûdsê vedike
    Îranê tevahiya Qûdsê weke ‘Paytexta Filistînê' nas kir
    Erdogan: Balyozxaneya Tirkiyeyê li Qûdsê ye
    Etîketan:
    Navbeynkarî, mijara filistinê, Wezîrê tirk, Mevlut Çavoşoglu, Quds, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de