14:17 23 Gulan 2018
    Pervin Buldan - Selahattin Demirtaş - HDP

    Manîfestoya hilbijartinê ya HDPê hat aşkerekirin: Em dê pirsa kurdî çareser bikin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (97)
    0 0 0

    Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Pervin Buldan û Sezai Temelli li Enqerê bi civînekê manîfestoya partiya xwe aşkere kirin. HDPê di manîfestoya xwe de diyar kir ku ew dê di qada demokrasi, azadî, edalet, jiyana civakî û aborî de jiyanek nû ava bike û pirsa kurdî çareser bikin.

    Hevseroka HDPê Bûldan got, "Ji bo Demirtaş êdî ez nabêjim namzetê me, dibêjim Serokomarê me. Çimkî ew êdî Serokomarê milyonan e."

    Hevserokê HDPê Temelli jî wiha axivî: "Di bangeşeya xwe ya hilbijartinê de em dê behsa îsraf, şetafat û desthilata yekkesî bikin. Em dê siyasetê ji bi nîrê yekkesî derxin û azad bikin. Kurd, tirk, ermenî, elewî, êzidî, siryan, roman, kedkar, jin, ciwan, zarok… Hûn ne bi tenê ne, êdî HDPê hey. Bila AKP nebe qeyûmê dengê we. Bila dengê we li devera ku rejîma tekane zilamî olan bide."

    Hevserokên HDPê Bûldan û Temellî manîfesto aşkere kirin û diyar kirin ku ew dê ji bo tevahiya gelê Tirkiye jiyaneke nû û pergaleke nû ava bikin. Hevserokan bi gotina ‘Em dê biguherînin' dest bi axaftinê kirin.

    Hevserokên HDPê diyar kirin ku dê polîtîkayên şer, gendelî, biguherînin û aştî, aramî, demokrasî, wekhevî, dadwerî û parastina mafên mirovan pêş bixin.

    Hevserokan destnîşan kirin ku ew dê destûr nedin pergal û sazibûna faşizmê bi ser bikeve û li dijî vê yekê dê mafê jinan, ciwanan, kedkaran, xweza, çande û dîrok biparezin û bikin serkeftina hêza ked, demokrasî, jin, ciwan, karmend, karker û cotkaran.

    Hevserokan di manîfestoya xwe de her wiha kirin ku ew dê pirsgirêka kurdî bi rêya demokrasî û aştiyê çareser bikin û wiha çêlî projeya xwe kirin:

    • Dê daraz êdî serbixwe bibe. Hemû astengiyên li pêş derbirîna raman û xweîfadeyê dê rabin. Em dê rewşa awarta (OHAL) rakin. Hemû saziyên bi KHKê hatin girtin û mexdûr bûne dê dîsa bigihêjin mafên xwe.
    • Em dê pirsa kurdî derxine derveyî qada tundtûjiyê û şerî bi aştiyeke bi rûmet bi dawî bikin.
    • Em dê zagona partiyên siyasî û hilbijartinê biguherinin. Mafên mirovan dê were misgorekirin û parastin. Hemû rojnameger û siyasetmedar dê bên berdan. Dê hemû gel wekhev bin û bawerî azad bin."
    • Kesên ku bi zorê ji cih û warê xwe bûne dê dîsa vegerin cihê xwe.Em dê pergala cerdevaniyê bi dawî bikin. Mafê reda wîcdanî dê bê parastin. Sûcên nefretê dê bê ciza nemînin. Mafê penaber û koçberan dê bê arastin û mafê jiyana azad dê bê dayîn.
    • Dê di polîtikayên civakî de guhertin bên kirin. Di qada aborî û darayî de dê pirsgirêk bên çareserkirin. Em dê pirsgrêkên xizaniyê gav bi gav çareser bikin. Em dê mehaniya herî kêm bixine 3 hezar TL. Kesên astengdar em dê hezar lîreyên tirkî (TL), kesên teqawît 1 hezar TL û kesên pîr û kaş hezar TL, dîsa kesê bêkar herî kêm hezar TL mehana bidin.
    • Ji bo cotkaran nirxê gubre, mazot dê kêm bibe û buhayê berhemê wan dê zêde bibe. Bac dê bên kêmkirin.
    • Welatiyên bê mal dê nemînin. Plana avadankirinê dê ji nû ve bê sazkirin. Her kes dê wekî hev ji xizmeta cemaweriyê sûdê werbigire. Dê budçeyeke demokratîk bê avakirin. Êdî dê keda karker û kedkaran neyê xwarin. Em dê dawî li newekheviya civakî û aborî bînin.
    • Xizmeta tenduristî û perwerdehiyê dê belaş be. Dê her kes bikaribe jê sûdê werbigire.
    • Mafê perwerdehiya zimanê dayikê û zanistî dê bê dayîn. Mafê xweza û mafê sewalan dê bê parastin û mîsogerkirin. Bi cîran û cîhanê re em dê di nava aştiyê de bijîn. Mafê ziman, çand û baweriyan dê bê parastin. Warên dîrokî û çandî dê bên parastin.
    • Azadiya çapemeniyê dê esas bê girtin û sansur, qedexe û astengiyên li ser çapemeniyê dê bi dawî bibin.
    • Mafê zarokan ê gerdûnî dê were parastin. Ciwan dê bi azadî bijîn. Ciwanên betal dê nemînin. Hemû ciwan dê her mehê 500 TL karta ciwantiyê bistînin. Xwendekarê zanîngehê dê 500 TL burs bistînin.
    • Mafê jinan dê bê parastin. Hemû mafê jinan ê siyasî, aborî û civakî dê bê parastin û vîna wê esas be girtin. Di rêveberiyan de pergala hevserokatiyê dê esas bê girtin. Jin li kolan, mal, qad û hemû qadên jiyanê dê wekhev e. Ev mafê wê yê nûneriyê û vînê were misogrekirin.
    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (97)

    Bi heman mijarî:

    Gelo îhtîmala tehliyekirina Selahattin Demirtaş heye?
    Demirtaş bo hilbijartinên serkomariyê: Teqez ez ê qezenç bikim
    YSKê serlêdanê ji bo betalkirina namzetiya Demirtaş red kir
    Demirtaş ji bo Elçi helbestek nivîsî
    Etîketan:
    Danezana HDPÊ, Danezan, Manîfestoyê HDPê, Manîfesto, Hilbijartinên Tirkiyê, Hilbijartin, HDP, Sezai Temelli, Pervin Buldan, Selahattin Demirtaş, Tirkiye, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de