20:55 20 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Amerîkayê rola xwe ya navbeynkar a Rojhilata Navîn wenda kiriye

    © AP Photo / Emrah Gurel
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî derbarê veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ya Îsraîlê bo Qudsê de axift û got, Amerîka di kêşeyên Rojhilata Navîn statûya xwe ya navbeynkariyê de wenda kiriye.

    Serokê Amerîkayê Donald Trumpî par ragihandibû ku dê balyozxaneya welatê xwe ya Îsraîlê ji Tel Avîvê veguheze Qudsê û wî bajarî wek paytextê Îsraîlê nas dike. Ev biryara Trumpî bû sedema nerazîbûnan di navbera filistînî û çend welatên ereban de.

    Îro balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsê hat veguhestin ku di encamê de gelek alozî derketin û heta niha 43 kes hatine kuştin.

    Erdogan di encama serdana xwe ya li Birîtaniya li Înstîtuya Londonê ya Karên Navneteweyî (Chatham Housê) axift û got: `Li şuna ku ji bo çareseriya pirsgrêka Rojhilata Navîn alîkariyê bide DYA bi xwe dibin beşeke vê pirgrêkê û dibe beşek ji beşdarên vê konflîktê û hewil nade ji bo çareseriyê tevbigere. Bi vî awayî Washington statuya navbeynkariyê di çareserkirina kêşeyên Rojhilata Navîn de wenda dike… Mirovayî di hêviyeke endîşedariyê de ye ku dişibe rewşa destpîka Dûyemîn Şerê Cîhanê`.

    Herwiha Erdogan careke din dubare kir ku Tirkiye biryara veguhestina baylozxaneya Amerîkayê li Îsraîlê ji Tel Avîvê bo Qudsê qebul nake, ji ber ku ev hemû normên navneteweyî û biryarên NYyê bin pê dike.

    Serokkomarê tirk di berdewamiya axiftina xwe de got, pêwîst e ku civaka navneteweyî bi awayekî lezgîn tedbîran li dijî êrîşşkariya zêde ya Îsraîlê bigire.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Biryara Qudsê ya Trump, dibe ku bibe sedema pevçûnan
    ‘Dibe meseleya Qudsê bibe sedema şerê Cîhanê yê sêyem'
    ‘Dinya jî xera bibe, filîstînî Qudsê berdin jî Tirkiye bernade’
    Rêxistina Hevkariya Îslamî îro ji bo Qudsê li Stenbolê dicive
    Melayê kurd: Ji bo min Diyarbekir ji Qudsê pîroztir e
    Erdogan ji bo Qudsê bertek da Îsraîlê
    Serokomarê Îranê ji bo Qudsê bang li welatên Misilman kir
    Li Amedê mitînga Qudsê: Hemû têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
    Etîketan:
    Recep Tayyip Erdogan, Quds, Îsraîl, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de