05:15 25 Gulan 2018
    Partiya Vatan

    90 kesî ji Partiya Vatanê îstîfa kirin: Em ê dengê xwe bidin HDPê

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 20

    Piştî daxuyaniya serokê Partiya Vatanê Dogu Perinçek ku gotibû piştî ez bûm desthilatdar, ez ê HDPê bigirim. Li ser vê yekê li Amed, Êlih û Qoserê serokê bajêr, rêvebir û endam jî di navde nêzi 90 kesî ji Partiya Vatanê îstîfa kirin. Serokê Partiya Vatanê yê Amedê Selahattin Gonul ragihand ku ew û 90 kesên ku îstîfa kirine dê deng bidin HDPê.

    Dogu Perinçek
    © AFP 2018 / FREDERICK FLORIN
    Serokê Partiya Vatanê yê Amedê Selahattin Gonul hinceta îstîfaya xwe aşkere kir û got ku ji ber daxuyaniya Serokê Giştî yê Vatanê Dogu Perinçek ya ku gotibu "eger bibim serokomar ez ê HDPê bigrim" û axaftinên wî yên li ser Selahattin Demirtaş ku gotibu "Demirtaş kî ye? Mirovê PKKê ye" îstîfa dikin.

    '90 KESÎ ISTFA KIR'

    Gonul têkildarî îstîfayan wiha got "Piştî axaftinên Perinçek em weke rêvebirî kombûn û me biryar da ku em îstîfa bikin. Li Amed, Êlih û Qoserê nêzi 90 kes îstîfa dike. Li Amedê tenê yek kes ma ku îstîfa nekir. Perinçek piştî ku namzedê CHPê Muharrem Înce serdana Demirtaş kir, dibêje ‘Ez ê HDPê bigirim. Mafê tu kesî tune ye ku partiya 6 milyon deng girtiye bigire. Hemû tiştî bi terorê ve girêdidin. Heger hûn wiha bikin aştî pêk nayê. Divê tu kes siyaseta qirêj nemeşîne."

    ‘TU KESİ BI DARÊ ZORÊ DENG NEDAYE HDPê'

    Jineke kurd bi wêneyê Selahattin Demirtaş
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Gonul wiha berdewam kir "Hêvi dikim ku Perinçek axaftinên xwe biguherîne, heger neguherîne ji sedî 1 dengê wî heye û wê bikeve bin ji sedî 0.1ê. Êdi em şer naxwazin. Parlamanter û şaredarên HDPê girtine. 6 milyon mirov deng daye wan û tu kesî bi darê zorê deng nedaye. Niha dibêjin bila efû were û Alaattin Çakici jî were berdan, xuyaye pêwistiya hikuûmetê bi mafyayê heye. Sedat Peker jî derdikeve dibêje ez ê xwîna kurdan birjînim, tu kes nikare vê bibêje. Ev bêehlaqî û bêşerefî ye."

    Gonul ragihand ku ew û 90 kes ên ku îstîfa kirine dê dengê xwe bidin Partiya Demokratîk a Gelan.

    Bi heman mijarî:

    Gultekîn: ‘Tenê Perînçek dikare ji heqê Erdogan derkeve’
    Perînçek: Divîyabû Erdogan berî biçe Amerîkayê Încîrlik bigirta
    Cezayê girtîgehê li Seyda Perînçek hate birîn
    Perînçek piştgirî da banga Erdogan ya bo ‘seferberiyê'
    Etîketan:
    pariya vatan, îstifa, hilbijartin, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de