17:09 24 Gulan 2018
    Dogu Perinçek

    Serokê Partiya Vatanê îstîfa kir û got: Em ê dengê xwe bidin HDPê

    © AFP 2018 / FREDERICK FLORIN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bertekên piştî daxuyaniya Serokê Giştî yê Partiya Vatan û namzedê serokomariyê Doğu Perinçek ku gotibû ‘eger werim hilbijartin ez ê HDPê bigrim' dewam dikin.

    Serokê Partiya Vatanê yê Şaxa Amedê Selahattin Gonul îro civîneke çapemenî li dar xist. Gonul di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got: "Mafê tu kesî tuneye partiyeke ku 6 milyon deng wergirtibe were girtin. Em ji partiya xwe îstîfa dikin û em ê dengê bidin HDPê."

    Ji xeyrî şaxa Amedê ya Partiya Vatanê tê pêşbînîkirin ku şaxên Êlih, Qoser û çend cihên din jî ji ber daxuyaniyên Dogu Perinçek ji partiyê îstîfa bikin.

    Hêjayî gotinê ye ku mafyayê MHPeyî Alaattin Çakici jî bi rêya Parêzerê xwe namzedê HDPê yê serokomariyê Selahattin Demirtaş û Hevserokê HDPê Sezai Temelli tehdîd kiribû û gotibû: Li min guhdarî bike, min gelek kes bêhiş xistin e, derbarê Bahçeli de ti gotinekê bike ez ê te bêhiş bixim, dema ku derkeve derveyî Tirkiyeyê helbet 4-5 kes pêşwaziya te bikin."

    Bi heman mijarî:

    'Dogu Perinçek xwest ji CHPê bibe namzed'
    Dogu Perinçek ji bo Erdogan tiştên ecêb û balkêş gotin
    Perinçek: Tirkiye korîdora PKKê ku Amerîka û Îsraîl piştgiriya wê dikir şikand
    Dogu Perinçek banga îstîfayê li Serokomar Erdogan kir
    Perinçek: Amerîka piştî Îsraîla Cihûyan li pey avakirina Îsraîla kurdan e
    Etîketan:
    HDP, Partiya Vatanê, Dogu Perinçek, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de