08:02 25 Gulan 2018
    Adil Oksuz

    ‘Dibe MÎT Adil Oksuz bîne Tirkiyeyê'

    © Foto : Twitter
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê rojnameya Yeni Şafakê Bulent Orakoglu di gotara xwe ya îro de ragihand ku dibe di nava çend rojan de MÎT Adil Oksuz pakêt bike û bîne Tirkiyeyê.

    Wekîlê serokê daîreya îstîxbaratê yê berê û nivîskarê rojnameya Yeni Şafakê Bulent Orakoglu di gotara xwe ya îro de got: "Em dizanin xayînê Adil Oksuz ji aliyê kê ve serbest hat berdan û me jibîr nekiriye bê tiliya kê di vê meseleyê de heye."

    Bulent Orakoglu di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Tiştê xuya dike dibe MÎT plansaz û cîbicîkerê hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê Adil Oksuz paket bike û bîne Tirkiyeyê. Aqubet li serê Fethullah Gulen û xayînên mayîn."

    Hêjayî gotinê Cîgirê Serokê IYI Partiyê Koray Aydin hefteya borî di hevpeyvîna xwe ya Saygi Ozturkê rojnameya Sozcuyê de gotibû: "AKP wek partî hevkar û şirîkê sûcê hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ku FETO kir e. Adil Oksuz dê berî hilbijartina 24ê Hezîranê were girtin û bi wî dê îftîrayan bavînin muxalefetê."

    Bi heman mijarî:

    Aydin: Adil Oksuz berî hilbijartinê bi 15 rojan dê were girtin
    ‘Adil Oksuz li Almanyayê daxwaza penaberiyê kir'
    Wezîrê Dadê Bozdag: Dibe Adil Oksuz hatibe kuştin
    'Adil Oksuz li balyozxaneyekê xwe vedişêre'
    Etîketan:
    IYI Parti, AKP, Adil Oksuz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de