18:11 21 Gulan 2018
    Parlamentoya Tirkiyê TBMM

    'Hêza AKPê di parlamentoyê de girêdayî HDPê ye'

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Nivîskarekî tirk encamên anketeke derbarê hilbijartinên parlamento û serokkomariya Tirkiyeyê de parve kirin û got ku "hêza AKPê di parlamentoya Tirkiyeyê de girêdayî HDPê ye". Herwiha nivîskarî got ku ev lêkolîn, 'cidîtirîn' lêkolîn e ku heta niha hatiye kirin.

    Nivîskarê rojnameya tirkî ya bi navê Yeni Şafakê Mehmet Acetî encama rapirsîneke ku bi dest xistiye bi xwendevanan re parve kir. Acetî diyar kir ku navê şirketa ev rapirsîn pêk aniye li ser daxwaza xwediyê şirketê şekere nake û ew wek a herî 'cidî' bi nav kir.

    Acetî got, "piştî namzetên serokkomariyê hatin ragihandin, li gorî vê rapirsîna ku ez wê wek yekem lêkolîna cidî bi nav dikim, namzetê tifaqa Cumhûrê yê hevpar Tayyip Erdogan di tûra yekem de bi rêjeya 55an bi ser dikeve."

    Herwiha di nivîsa xwe de diyar kir ku hêza AKPê li parlamentoyê girêdayî HDPê ye.

    "ENCEX EM ŞEVA HILBIJARTINÊ HÎN BIBIN BÊ EW Ê BARAJÊ DERBAS BIKE YAN NA"

    Li gorî nivîskarî, ev pêkhatina tifaqan dê bi kêrî AKP û CHPê were û li herêmên ku ev herdu partî li wan xurt in, dê bêtir parlamenteran derxînin.

    Acetî wiha dewam kir: bidestxistina piraniya li parlamentoyê hinekî girêdayî wê yekê ye bê HDP dê barajê derbas bike yan na. Di vê lêkolîna ku ez behsa wê dikim de, rêjeya dengê HDPê 9.5 e. Mirov nikare li ser vê hejmarê bibêje ku ev partî barajê derbas dike yan nake. Pêkan e ku em tenê şeva hilbijartinê hîn bibin bê ew ê barajê derbas bike yan na."

    Bi heman mijarî:

    HDP: Divê hemû gelên Tirkiyeyê li hember operasyonan derkevin
    Li Sêrtê û Batmanê siyasetmedar û rêveberên HDP û BDPê hatin desteserkirin
    Li Erziromê 40 kesên ku rêvebirên HDP û DBPê jî di nav de hatin binçavkirin
    HDP: Tirkiye dixwaze Efrînê bêîstiqrar bike
    AKAM: HDP bendava hilbijartinê derbas dike, MHP di bin de dimîne
    HDP: Me hêviyên xwe yên pêvajoya çareseriyê winda nekiriye
    Etîketan:
    CHP, HDP, akp, Parlamentoya Tirkiyeyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de