20:53 20 Gulan 2018
    Muharrem İnce

    Ince, îdiaya rojnamevanê nêzî hikumetê derewand

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Ince diyaloga ku nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di nivîsa xwe ya îro de eşkere kir derewand û got, 'axaftinek wisa di navbera min û Akşener de derbas ne bûye.'

    Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di nivîsa xwe ya îro de axaftina ku îdia kir di navbera Namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Ince û Seroka Partiya IYIyê Meral Akşener de derbas bû ye nivîsand. Li gor Selvi di dema serdana Meral Akşener de Ince daxwaz ji seroka Partiya IYIyê kiriye. Ince: "Dema ku hûn ji tûra duyem re bimînin min wek cîgirê xwe dikarin bigrin?"

    Herwiha Selvi nivîsand ku li ser vê pirsa Ince, Meral Akşener jî bersiva erênî daye. Lê Ince pirsek din dipirse: "Dema ku ez ji tûra duyem re gelo bimînim hûnê bibin cîgirê min?" Akşener: "Ez nikarim bibim cîgir, çimkî ez ê bibim serokomar."

    ​Namzedê serokomariyê Muharrem Ince bertek nîşanî Selvi da ku axaftina nehatiye kirin wek ku di navbera me de derbas bû ye nivîsandiye: "Di serdana namzedan de dema ku min Meral Akşener ziyaret kir ti axaftinek wisa di navbera me de derbas nebûye. Di serdanê de ji hela me Engin Altay, ji Partiya IYIyê Lutfi Turkkan hebû. Ez li Selvi geriyam û min got ne pêşniyazek min, ne jî bersivek Akşener wisa çêbû ye."

    Bi heman mijarî:

    ‘Gelo Devlet Bahçeli bûye desthilat haya me jê tuneye?'
    Milîtanan êrişî qereqolê kir: 8 jê leşker 14 kuştî û 5 birîndar
    Hengaw: Li Urmiyê du kurd hatin îdamkirin
    Alaattin Çakici gef li Demirtaş xwarin
    ‘TSKê li Idlîbê noqteya 11emîn a çavdêriyê ava kir'
    Qelşa Carî ya aboriya Tirkiyeyê di meha adarê de berfirehtir bû
    Etîketan:
    namzed, seorkomarî, îdia, rojname, Abdulkadir Selvi, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de