14:18 23 Gulan 2018
    Devlet Bahçeli

    ‘Gelo Devlet Bahçeli bûye desthilat haya me jê tuneye?'

    © AFP 2018 / Adem Altan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê rojnameya Starê Nuh Albayrak bertek nîşanî daxuyaniya Bahçeli ya efûyê da û ragihand ku gelo Develet Bahçeli bûye desthilat haya me jê tuneye?

    Jineke kurd bi wêneyê Selahattin Demirtaş
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli piştî daxuyaniya xwe ya efûyê dûhî dîsa gotibû: "Di vê meseleyê de em bi biryar û xwediyê gotina xwe ne. Bi îzna Xwedê ez bi hêvî me efû derkeve."

    Nivîskarê rojnameya Starê Nuh Albayrak li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê bertek nîşanî Serokê MHPê da û got: "Bahçeli di meseleya efûyê de dîsa gotiye ‘em bi biryar û xwediyê gotina xwe ne. Bi îzna Xwedê ez bi hêvî me efû derkeve.' Ev çi ye? Gelo Bahçeli bûye desthilat haya me jê tuneye?"

    Bahçeli di 12ê Gulanê de li ser hisabê xwe yê Twitterê derheqê efûyê de hinek peyam parve kiirbûn û cebheyê hikûmetê jî daxuyaniya xwe ragihandibû ku efû di rojeva me de tuneye.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Bahçeli pêşniyara namzediyê li Abdullah Gul kir'
    Ji Bahçeli bo Erdogan: FETO hê jî di siyasetê de aktîf e
    ‘Biryara hilbijartinê pêşwext hefteya borî di civîna Yildirim û Bahçeli de hat wergirtin'
    'Erdogan mecbûr ma bi ya Bahçeli bike'
    Serokê MHPê Devlet Bahçeli daxwaza lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir
    Erdogan û Bahçeli li hev civiyan
    Etîketan:
    MHP, Nuh Albayrak, Devlet Bahçeli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de