04:33 28 Gulan 2018
Jineke kurd bi wêneyê Selahattin Demirtaş

Alaattin Çakici gef li Demirtaş xwarin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 03

Alaattin Çakici gef li Hevserokê HDPê Sezai Temelli û Selahattin Demirtaş xwarin ku carek din derbarê serokê MHPê Devlet Bahçeli de neaxivin. Çakici da zanîn ku heke destûrê bidin ez nahêlim Demirtaş derkeve koridora girtîgehê jî.

Li ser daxuyaniya efûyê ya serokê MHPê Devlet Bahçeli, Alaattin Çakici jî beşdarî nîqaşan bû û gef li hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selattin Demirtaş xwar in û heqaret li hevserokê niha Sezai Temelli kirin.

Li gor nûçeya Rojnameya Duvarê Alaatin Çakiciyê ku di Girtîgeha tîpa Tyê ya bajarê Kirikkaleya Tirkiyeyê girtî ye bi rêya şêwirmendê xwe hin daxuyanî dan. Di daxuyaniya Çakici de wiha hat gotin: "Li min guhdarî bike, min gellek kes bêhiş xistin e, derbarê Bahçeli de ti gotinekê bikje ê ê te jî bêhiş bixim, dema ku derkeve derveyî Tirkiyeyê helbet çar-pênç kes pêşwaziya te bikin."Çakici di berdewamiya nameya xwe de wiha got: "Ez sûcdarekî krîmînal im, lê ne xayinê welat im."

Alaattin Çakici derbarê Selahattin Demirtaş jî de got ku dema destûrê bidin nikare derkeve koridora girtîgehê jî.

Bi heman mijarî:

‘Ji ber daxuyaniya Amerîkayê beşdariya hilbijartinan kem bû'
Li hemberî navenda polîsan êrişa bombeyî: 7 kuştî
Ji May bo Rûhanî: Em bi peymanê ve girêdayî ne
Hêzên Erebistana Siûdî gihîştin giravê
Trump ji bo êrişa terorî: Divê her kes êdî çavên xwe veke
Etîketan:
Çakici, tehdît, gef, Alaattin Çakici, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de