21:01 22 Gulan 2018
    Binçavkirin-desteserkirin

    Derheqê 72 albayan de biryara binçavkirinê hat deranîn

    © REUTERS / Suzanne Plunkett
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de derheqê 72 albayan de biryara binçavkirinê deranî.

    Li gor zanyariyên berdest, Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de derhqehê 72 albayên ku 25 ji wan mûwezef in û di Fermandariya Hêza Bejayî de wezîfedar in biryara binçavkirinê deranî.

    Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror ên ewlehî navend li Enqere li 14 bajarên Tirkiyeyê operasyonên xwe yên binçavkirinê didomînin.

    Serdozgeriyê bi îdîaya ku bi îmamên FETOyê re bi awayekî rêkûpêk bi rêya telefonên dikan û ankesoran pêwendî danîne 72 albayên ku 25 ji wan hê jî li Fermandariya Hêza Bejayî wezîfedar in biryara binçavkirinê deranî. Enqere jî di nav de li gelek bajarên Tirkiyeyê operasyonên binçavkirinê dewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Madem FETO qediyaye çima Rewşa Awarte dewam dike?'
    Ji Bahçeli bo Erdogan: FETO hê jî di siyasetê de aktîf e
    Endamên Weqfa Furkanê ji ‘îstismara ol û baweriyê’ û 'FETO-PKK û DAIŞ'ê hatin girtin
    ‘Têkiliya girtiyê FETO bi suîqesta Karlov re derket'
    Parêzerê Kemal Kiliçdaroglu ji doza FETO hat binçavkirin
    48 milyar dolarê FETO derbasî dewletê bû
    Etîketan:
    TSK, FETO, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de