20:57 22 Gulan 2018
    Artêşa Tirkiyeyê

    ‘TSKê li Idlîbê noqteya 11emîn a çavdêriyê ava kir'

    © AFP 2018 / OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) li Idlîbê noqteya 11emîn a çavdêriyê ava kir. Li gor peymana Astanayê TSK wê noqteyeke din ava bike.

    Li gor daxuyaniya Ajansa Anadoluyê (AA) Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) li Idlîbê noqteya 11emîn a çavdêriyê ava kir. Li Astanaya paytextê Kazakistanê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de ku wek welatên garantor têne zanîn ji bo şopandina kêmkirina herêmên gengeşî di 12ê Cotmeha 2017an de peyman hatibû îmzekirin.

    Li gor peymanê TSK wê ji bakurê Idlîbê hetanî başûr 12 noqteyên çavderî ava bike. TSKê noqteya 11emîn a çavderiyê ava kir û tenê noqteyek ma. Piştî qedandina noqteyên çavdêriyê, tê pêşbînîkirin ku hêzên rûsî jî bi artêşa Sûriyeyê re li derveyê herêmên gengeşiyê di xeta cebhe de bi cih bibe.

     

     

    Bi heman mijarî:

    AA: Konvoya TSKê ji bo avakirina noqteya çavdêr a 9emîn diçe Idlîbê
    Rûsya: 38 hezar milîtan bi malbatên xwe ve gihîştin Idlîbê
    Îran, Rûsya û Tirkiyeyê li Idlîbê korîdoreke mirovî vekirin
    Artêşa Tirkiyeyê li Idlîbê rastî êrişê hat: 1 kuştî û 6 birîndar
    Artêşa Sûriyê, nêzîkî baregeha hewayî Ebû Duxur ya li Idlîbê bû
    Etîketan:
    Avakirina noqteyên çavdêriyê, TSK, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de