01:32 26 Gulan 2018
Televizyon - Kanala TV

TRTê ji bo bangeşeya hilbijartinê hîç cih neda HDPê

© Sputnik / Vladimir Pesnya
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Televizyona dewletê ya Tirkiyeyê ku di hemû hilbijartinan de mafê bangeşe û axaftinê dide hemû partiyên beşdarên hilbijartinê cih neda HDPê.

Saziya Bilind a Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê (RTUK) bernameya hilbijartinan a derketina pêşberî gel di televizyona dewletê de eşkere kir.

Li gor RTUKê, tifaq AK Partî-MHP 37 saet û 40 deqeyan derdikeve pêşberî gel di TRTê de, IYI Partî 9.5 deqe, Partiya Saadetê û HDP jî hîç dernakevin ekranên TRTê.

Herwiha ji bo bangeşeya hilbijartinê di TRTê de, ji tifaqa Milet a CHPê re jî bi tevahî 3 saet û 13 deqe dem hatiye terxankirin.

Li gor nûçeya rojnameya Cumhuriyetê TRTê di navbera 17ê Nîsanê û 6ê Gulanê de jî hîç cih nedaye daxuyanî û bangeşeyên partiyên HDP û Saadetê.

Bi heman mijarî:

Dadgehê 9 kitêbên Weşanxaneya Avestayê qedexe kirin
Demirtaş bo hilbijartinên serkomariyê: Teqez ez ê qezenç bikim
Di hilbijartinên Iraqê de Hevpeymana Ebadî di pêş de ye
Îranê cezayê îdamê da 8 endamên DAIŞê
Welatiyê kerr ê çû leşkeriyê: Bi min bawer nedikirin ku ez nabihîzim
Berdevkê YNKê: Tiliyên kesên ku tohmetê li YNKê dikin divê bên jêkirin
Etîketan:
RTUK, TRT, Saadet, HDP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de