01:34 26 Gulan 2018
pirtûk-kitêb-nivîskar

Dadgehê 9 kitêbên Weşanxaneya Avestayê qedexe kirin

© Sputnik / Fethullah Ozmen
Tirkiye
Lînkê kurt
Mustafa Zengin
0 03

9 kitêbên ku ji Weşanxaneya Avestayê hatin weşandin, ji aliyê rêveberiya dewleta tirk ve hatin qedexekirin û ji bo wan kitêban biryara komkirinê hat dayîn. Xwediyê weşanxaneyê Abdullah Keskin got, ev biryara beriya 6-7 mehan hatiye girtin lê haya me roja îniyê jê çêbû.

Hat diyarkirin ku 9 kitêbên ku ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatine weşandin, ji aliyê Dadgeha Hezexê ya bajarê Şrinexê ve bi îdiaya 'propagandaya terorê' hatin qedexekirin û ji bo wan kitêban biryara komkirinê hat dayîn.

NAVÊ KITÊBÊN HATIN QEDEXEKIRIN

Ew kitêbên ku hatine qedexekirin ev in: 'Kan, İnançlar ve Oy Pusulalari' (Xwîn, Bawerî û Psûlayên Dengdanê), 'Cesur Adamların Ülkesine Yolculuk' (Rêwitiya Ji Bo Welatê Mirovên Wêrek), 'Tasavvur Mu Gerçek Mi? Mahabad Kürt Cumhuriyeti Büyük Güçlerin Politikasında Kürtler 1941-1947' (Tesewir e an Rastî ye? Komara Kurd a Mehabadê Di Polîtîkayên Hêzên Mezin de Kurd 1941-1947), 'Mağdur Diasporadan Sınır-Ötesi Vatandaşlığa Mı?' (Ji Dîsaporaya Mexdûr Ber bi Hemwelatiya Der-Sînor e Gelo?), 'Ülkemde Bir Yabancı' (Biyaniyek Li Welatê Min), 'Çaldıran Savaşı'nda Osmanlılar Safeviler ve Kürtler' (Di Şerê Çildiranê de Osmanî Safewî û Kurd), 'Tanrı ve Şeyh Adi Kusursuzdur: Yezidi Tarihinden Kutsal Şiirler ve Dinsel Anlatılar' (Yezdan û Şêx Adî Bêqisûr in: Ji Dîroka Êzidiyan Helbestên Pîroz û Çîrokên Olî), 'Kürdistan Bayrağının Altında' (Li Bin Ala Kurdistanê) û 'Irak'ta Soykırım' (Tevkujî Li Iraqê).

Biryarnameya ku Dadgeha Hezexê ji bo qedexekirin û komkirina kitêban ji Weşanxaneya Avestayê re şandiye.
© Sputnik /
Biryarnameya ku Dadgeha Hezexê ji bo qedexekirin û komkirina kitêban ji Weşanxaneya Avestayê re şandiye.
Biryarnameya ku Dadgeha Hezexê ji bo qedexekirin û komkirina kitêban ji Weşanxaneya Avestayê re şandiye.
© Sputnik /
Biryarnameya ku Dadgeha Hezexê ji bo qedexekirin û komkirina kitêban ji Weşanxaneya Avestayê re şandiye.

'PIRANIYA VAN KITÊBAN LI ZANÎNGEHÊN GIRANBUHA WEKÎ TEZÊN DOKTORAYÊ HATIN PÊŞKEŞKIRIN'

Derbarê qedexekirina wan kitêban de xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin ji Sputnik Kurdistanê re axivî û got, "Ev biryar beriya 6-7 mehan ji aliyê Dadgeriya Hezexê ve hatiye girtin. Ji ber ku navnîşana me gıheribû teblîxat negihîşt ber destê me lê haya me roja îniyê jê çêbû. Beriya 2-3 mehan li ser qedexekirina van kitêban, kitêbfiroşekî me yê ji Wanê li me geriya û got, polîs hatine kitêba we ya 'Tasavvur Mu Gerçek Mi? Mahabad Kürt Cumhuriyeti Büyük Güçlerin Politikasında Kürtler 1941-1947' (Tesewir e an Rastî ye? Komara Kurd a Mehabadê Di Polîtîkayên Hêzên Mezin de Kurd 1941-1947) birine û got, ger hûn kaxezekê li ser neqedexebûna wê ji me re bişîne, wê baş be. Me jî got, ya rast divê polîs bi kaxezekê were û bibêje va ye ev kitêb hatiye qedexekirin. Lê me dîsa jî ew kaxez şand. Gava polîs hatin weşanxaneya me jî ji me re gotin, we kaxez ji wî kitêbfiroşî re şandiye. Me jî got, 'helbet em ê bişînin, muşteriyê me ye, kaxez xwestiye û me şandiye'. Polîsan behsa platformên înternetê yên kitêbfirotinê, wekî idefix wan jî kir û gotin, ev kitêbên we li wir jî tên fiortin. Me jî goti helbet em ê kitêbên xwe bifiroşin."

'EM Ê HETA 2-3 ROJAN ÎTÎRAZ BIKIN'

Keskin anî ziman ku kitêbên wan ne kitêbên siyasî ne û got, "Tenê belkî kitêba Robert Olson a bi navê 'Kan, İnançlar ve Oy Pusulalari' (Xwîn, Bawerî û Psûlayên Dengdanê) hebkî siyasî be. Lê ew jî di wê dema xerba a operasyonên KCKê de nehat qedexekirin. Û hemû kitêbên me zûde hatine çapkirin. Hinek ji wan 6 sla berê, hinek 7, hinek 8 hinek jî 10-15 sal berê hatine çapkirin. Hinek kitêb jî, wekî kitêba 'Irak'ta Soykırım' (Tevkujî li Iraqê) çapên wan nemaye û ev kitêb ji xeynî zimanê wê yê tirkî, ti eleqeya wê bi Tirkiyeyê re tune ye. Ev tiştê niha li hemberî kitêbên me tên kirin, zirarê dide peywendiyên me û muşteriyên me."

Keskin bal kişand ser ku ew ê heta 2-3 rojên din serî li dadgehê bidin û îtîraz bikin.

Bi heman mijarî:

Şaredariya Kadikoyê cih neda weşanxaneya Avestayê
Li Amedê depoya pirtûkên Weşanxaneya Avestayê hate şewitandin
150 hezar kitêb li Kobaniyê hatin belavkirin
Xweparastina Demirtaş ya 3 rojan dibe pirtûk
Di çenteyê ciwanê ku hat kuştin de pirtûk, ajende û defter derket
Etîketan:
qedexekirina kitêban, Weşanxaneya Avestayê, Abdullah Keskin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de