08:10 25 Gulan 2018
    Selahattin Demirtaş

    Demirtaş bo hilbijartinên serkomariyê: Teqez ez ê qezenç bikim

    © Foto : HDP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Namzedê Serokomariya Tirkiyê yê HDPê di hilbijartinên 24ê Hezîranê de, Selahattîn Demirtaş di hevpeyvîneke xwe ya ji girtîgeha Edirneyê de ragihand ku ger ew bimîne tûra duyemîn, teqez ew ê posta serokomariyê bidest bixe.

    Demirtaş di hevpeyvîna ligel rojnameya Birgunê de, rexne li partiyên wek CHPê ku HDP li derveyî tifaqa hilbijartinên 24ê Hezîranê hiştine girtin û li ser pirsa "Heger tu bimînî tûra duyemîn di hilbijartina serokomariyê de, şensê xwe çawa dibînî?", ev bersiv da:

    'TEQEZ EZ Ê QEZENÇ BIKIM'

    "Teqez ez ê qezenç bikim. Lewra yên ku polîtîkayên wan xîtabî tevahiya gelên Tirkiyeyê dike em in."

    Demirtaş li ser pirsa tifaqên ji bo tûra duyemîn jî diyar kir ku ew bawer dikin ku bimînin gera duyem a hilbijartinên serokomariyê.

    Hilbijartinên Tirkiyayê
    © AFP 2018 / ANP ROBIN VAN LONKHUIJSEN
    'YÊN KU PIŞTGIRIYÊ NADIN MIN, DIVÊ HESABÊ TÛRA DIDUYAN BIKIN'

    Namzedê HDPê wiha axivî: "Divê partiyên din helwesta xwe ya ku dema ez bimînim tûra diduyan zelal bikin. Lewra li vê derê dengên kilît ên HDPê ne. Gelo dê piştgiriya min bikin, yan nekin? Heta bersiva vê pirsê neyê dayîn, divê ti hesaban ji bo tûra duyemîn nekin. Yên ku dibêjin, em piştgiriya te nakin, divê ji bo tûra diduyan çawaniya wergirtina piştgiriyê îzah bikin."

    'ME NE JI BO BENDA HILBIJARTINÊ, JI BO ŞIKANDINA TABÛYAN TIFAQ XWEST'

    Demirtaş li ser xwestina wan beşdariya nav tifaqên hilbijartinê bi partiyên Tirkiyeyê re jî da zanîn ku wan ew yek ji bo şikandina tabûyên Tirkiyeyê xwestiye, neku ji bo derbaskirina benda hilbijartinê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Di hilbijartinên Iraqê de Hevpeymana Ebadî di pêş de ye
    Îranê cezayê îdamê da 8 endamên DAIŞê
    Wê Erdogan ji nav 2100 kesan 600 berbijêrên parlamentoyê diyar bike
    Yekem keştiya balafirên şer a Çînê bi rê ket
    'Nasnameya êrîşkarê Parîsê eşkere bû, dê û bavê wî hatin desteserkirin'
    Encamên destpêkê yên dengdana parêzgehan hatin ragihandin
    Etîketan:
    24 Hezîran, Demirtaş, Hilbijartin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de