18:06 21 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Wê Erdogan ji nav 2100 kesan 600 berbijêrên parlamentoyê diyar bike

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Ji bo hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Tirkiyeyê ku 24ê Hezîranê birêve diçin, li seranserê Tirkiyeyê 7 hezar 343 kesan xwe wek berbijêrê parlamentariyê yê AK Partiyê destnîşan kir.

    Hilbijartinên Tirkiyayê
    © AFP 2018 / ANP ROBIN VAN LONKHUIJSEN
    Hat ragihandin ku AK Partiyê ji nav 7343 berbijêran di encama hevdîtinên rûbirû de, 2 hezar 100 kes diyar kirine û dê ew jî bo Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan werin pêşkeşkirin.

    Hat zanîn ku dê Erdogan ji nav 2100 berbijêran 600 kesan hilbijêre.

    Li gor jêderên AK Partiyê, ji parlamentarên niha 22yan serlêdana berbijêriyê nekiriye û 294 parlamentar jî dîsa bûne berbijêr.

    Komîsyona AK Partiyê ya hilbijartinê ku 7ê Gulanê dest bi kar kiribû 12ê Gulanê dawî li xebata xwe ya diyarkirina berbijêran aniye ku 2100 berbijêr hatin diyarikin.

    Li gor amarên komisyona AK Partiyê bajarê ku herî kêm berbijêrên parlamentariyê ji bo partiya wan derketine Dêrsîm e ku tenê 5 kesan serî lê daye.

    Bi heman mijarî:

    Yekîneyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê dest bi peywira dewriyeyê kir
    Yekem keştiya balafirên şer a Çînê bi rê ket
    'Nasnameya êrîşkarê Parîsê eşkere bû, dê û bavê wî hatin desteserkirin'
    Encamên destpêkê yên dengdana parêzgehan hatin ragihandin
    Ji bo berbijêriya parlamentariyê 1500 kesan serî li HDPê da
    Etîketan:
    AK Parti, Erdogan, Hilbijartin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de