20:59 22 Gulan 2018
    Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê - leşkerên tirk - operasyon- leşkerê tirk

    Welatiyê kerr ê çû leşkeriyê: Bi min bawer nedikirin ku ez nabihîzim

    © REUTERS / KENAN GURBUZ
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Tirkiyeyê kesekî kerr ê bi navê Mete Demirhan, ji ber anonsa tezkerê nebihîst, 3 mehan leşkerî kir. Demirhan got, "Min digot, pîlê cîhaza min qediya, wan ji min re digotin biçin ji ser dikanekê bikire."

    Welatiyê bi navê Mete Demirhanê 50 salî, di 18 saliya xwe de hay jê çêbû ku guhên wî nabihîzin. Demirhan di dema lîseyê de ji ber ku difikirî dersan fêm nake, ne ku nabihîze, haya wî ji kerrbûna wî çênebû.

    Demirhan di sala 1986a de rêjeya bihîstina xwe dipîve û hîn dibe ku tenê ji sedî 40î dibihîze. Demirhanê ku di sala 2014a de emeliyata koklear împlantê derbas dike, got, ew bi şaşî çûye leşkeriyê. Demirhan derbarê serboriya xwe ya leşkeriyê de ev tişt gotin:

    "Ger min bibihîsta ez ê neçûma leşkeriyê lê min ew anons nebihîst. Di anonsê de gotine, 'Kesên pirsgirêka wan a bihîstinê hebe, dikarin tezkereya xwe bistînin'. Min ev nebihîst. Li ber guhên min berguhk hebûn. Wê demê min berguhkên biçûk bi kar dianîn. Gava hûn têkevin leşkeriyê jî hûn nikarin jê derkevin. Min digot, 'Divê ez pîlên cîhaza xwe biguherînim', ji min re digotin, 'Biçî ji dikanekê bikire'. Piştî me sond xwar, fêm kirin ku ez nabihîzim. Piştî ku min li GATAyê gelek tetkîk kirin şûnde, bawer kirin. Piştî 3 mehan ez terhîs bûm."

    Bi heman mijarî:

    Leşkerê tirk yê di operasyona li dijî Efrînê de birîndar bû axivî
    Leşkerê tirk li qereqolê gule bi ser hevalên xwe de reşandin: 3 kuştî û 3 birîndar
    ‘Du leşkerê tirk ên din jî reviyane Yûnanîstanê'
    Kujerê leşkerê tirk ê DAIŞî 8 mehan di girtîgehê de maye
    Leşkerê tirk ê li Babê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    leşkeriya tirk, Mete Demirhan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de