17:04 26 Gulan 2018
Serlêdanên ji bo bernamzetiyê yên HDPê

Ji bo berbijêriya parlamentariyê 1500 kesan serî li HDPê da

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Ji bo bibin berbijêrên parlamentariyê di hilbijartinên 24ê Hezîranê yên pêşxewt de, 1500 kesan serî li HDPê da.

Hat ragihandin ku ji wan 1500 kesên bûne berbijêr, temênên 250 kesan di navbera 18-25 salî de ye, 750 jin, 25 kesên astengdar û bi dehan kesên bi Biryarên Hikmê Qanûnê (KHK) ji karên xwe hatine avêtin bûne berbijêrên HDPê.

AHMET TURK NABE BERBIJÊR

Li gor nûçeya Huseyîn Şimşek ji rojnameya Birgunê, di vê hilbijartinê de siyasetmedarê kurd Ahmet Turk nabe namzedê parlamentariyê.
Beriya niha parlamentarê HDPê Altan Tan jî ragihandibû ku ew ji ber serdestiya çepên marjînal ên nav HDPê di vê hilbijartinê de nabe berbijêr.

OMER OCALAN BÛYE BERBIJÊR

Herwiha rewşa Sirri Suriyya Onder jî hîn diyar nebûye. Biraziya Abdullah Ocalan, Dilek Ocalan vê carê nebûye û namzed, lê biraziyê Ocalan, Omer Ocalan ku Serokê DBPê yê Mêrdînê bû bûye berbijêrê parlamentariyê.

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen diyar kir ku ew dê roja duşemê agahiyên derbarê hilbijartinên parlamentarî û serokomariyê de bi raya giştî re parve bikin.

Bi heman mijarî:

Li Endonezyayê 3 dêr bûn armanca êrîşên xwekujî: 9 mirî, 40 birîndar
Li Enqerê êrîşî polîsên tirk kirin
Artêşa Tirkiyê ji kurd û erebên li Efrînê nasnameya tirkî dixwaze
Koreya Bakur tesîsên xwe yê nukleerê ji hev de dixe
Li Mêrdînê hunermendên ciwan bi navê Counter Bienal, bienaleke alternatîf li dar xistin
Etîketan:
Hilbijartin, Berbijêriya Parlamentariyê, Namezedî, Tirkiye, HDP
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de