14:19 23 Gulan 2018
    Hilbijartinên Tirkiyayê

    YSKê li ser namzedên serkomariyê biryara xwe ya dawî da

    © AFP 2018 / ANP ROBIN VAN LONKHUIJSEN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) îtirazên li ser namzedên hilbijartina serokomariyê ya 24ê Hezîranê red kirin û lîsteya dawî ya namzedan weşand.

    Li gor biryara YSKê ya di rojnameya fermî de hatiye weşandin û hat gotin, îtirazên li ser namzediyê yên heta 11ê Gulanê hatine nirxandin û ew îtirazên betalkirina namzediyan hatine redkirin.

    YSKê diyar kir ku namzedên serokomariyê bi rêza alfabeyê wiha ne: Dogu Perinçek, Meral Akşener, Muharrem Ince, Recep Tayyip Erdogan, Selahattin Demirtaş û Temel Karamollaoglu.

    Sekreterê berê yê Wezareta Parastinê Umit Yalim ji bo betalkirina namzediya Demirtaş serî li YSKê dabû û gotibû: "Selahattin Demirtaş bi PKKyîyan re wêne kişandiye, ew kesên ku bi terorîstan re wêne bikşîne çawa li Tirkiyê dikare bibe namzedê Serokomariyê? Ez daxwaz dikim ku namzediya wî were betalkirin."

    YSKê ev îtiraz red kir û her şe namzedên serokomariyê bi fermî di rojnameya fermî de weşandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirkiyê ji kurd û erebên li Efrînê nasnameya tirkî dixwaze
    Li Mêrdînê hunermendên ciwan bi navê Counter Bienal, bienaleke alternatîf li dar xistin
    Welatê serkeftiyê Eurovision 2018an diyar bû
    Koreya Bakur tesîsên xwe yê nukleerê ji hev de dixe
    Rojhilata Yermukê cardin ket kontrola Artêşa Sûriyeyê
    Demirtaş ji girtîgehê bersiva Bahçelî da
    Li Katalonyayê balafir ket: 3 kes mirin
    Wêneyê Pantsir-S1 ya ku Îsraîlê li Sûriyê îmha kiribû hat parvekirin
    Etîketan:
    YSK, Hilbijartin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de