04:23 25 Gulan 2018
    Keştiya rûs

    Du keştiyên rûs yên Hêza Deryayî ji tengavê derbas bûn

    © Sputnik / Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Du keştiyên leşkerî yên Rûsyayê ji tengava Stenbolê derbasbûn. Keştiyên ku di saetek û nîvekê de derbasbûn ber bi Deryaya Marmarayê ve çûn.

    Keştiyên ku girêdayî Hêza Deryayî ya Rûsyayê ne saet li dor 13.00an li pêy hev ketin tengava Stenbolê. Leşkerên ku ku keştiya bi nimreya 912an a Lêgerîna Mayinan de bûn bi telefonên xwe yên bêrîkan wêneyên Stenbolê kişandin. Herwiha hat dîtin ku li serê keştiyê leşkerên çekdar nobet digirtin.

    Piştî keştiya lêgerîna mayinan bi demek kin, keştiya MB-304an ya romorkor jî derbas bû. Di herdu keştiyan de jî leşkeran bi dûrbînan qeraxên tengava Stenbolê temaşe kirin. Piştî derbasbûna saetek û nîvan herdu keştî ber bi Deryaya Marmarayê ve bi rê ketin.

    Bi heman mijarî:

    Li Behra Reş keştiya şer ya rûs û keştiyek kargoyê li hev qelibîn
    Fîloya rûs bi pêşekiya keştiya balafiran a Amiral Kuznetsovê ber bi Behra Spî ve pêş diçe
    Etîketan:
    tengav, leşker, keştî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de