20:59 22 Gulan 2018
    Leşker

    Leşkerê ku rastî êrîşa nîjadperestiyê hat ji nexweşxaneyê derxistin

    © AFP 2018 / STRINGER
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fethi Aydemirê ku li Agiriyê wezîfeya leşkeriyê dikir rastî êrîşa nîjadperestiyê hat giran birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Malbata Aydemir eşkere kir ku Fethi bi zorê ji nexweşxaneyê veguhestine û ambûlans nedan e ku pê nexweşê bibin Wanê.

    Li gor nûçeya Medyablok, Fethi Aydemirê ku li qereqola Fehmi Altinordu leşkeriya xwe dikir ji aliyê hin leşker û efserê nobedar ve rastî êrîşa nîjadperestiyê hat, herwiha Aydemir giran birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Îdirê. Fethi Aydemirê ku xwînarîya mejî derbas kir û emeliyat bû, hêj kêl li serî ji nexweşxaneyê bi zorê hat tehliyekirin û herwiha ji ber ku ambûlans nedan, malbata wî bi wesaîtek taybet kurê xwe birin Wanê.

    Xizmekî Aydemir ku navê xwe eşkere nekir giliyên xwe anî ziman ku ew li gor serê xwe ji nexweşxaneyê tehliye kirine: "Bi zorê Fethi tehliye kirin, ne bi me re axivîn ne raportek nîşanî me dan û ne jî ewrakek fermî bi dest me de berdan. Bi eşkereyî em li derve hiştin û çûn, ambûlans jî nedan me, me ji Wanê ambûlans xwest lê wan jî neşand."

    Xizmê Aydemir got: "Îfadeya Fethi Aydemir jandarma stendiye, piştî ku îfadestendinê em hiştin û çûn, me got em ê nexweş çawa bibin, bangî wesaîtekê kirin gotin bi vê biçin, me got wesaîta me jî he ye û paşê em bi wesaîta xwe çûn."

    Derbarê rewşa Fethi Aydemir de jî got niha li mal e û raza ye, hin baştir dibe, lê serê wî bû ye du parçe, em ê bibin nexweşxaneyê lê dê qebûl nekin em nizanin.

    Bi heman mijarî:

    Li Şirnex û Dêrsîmê teqîn: Leşkerekî tirk mir û hejmarek leşker jî birîndar bûn
    Balafira ku polîs û leşker têdebûn ket: Mirî hene
    PKKê li Dersîmê êrîş kir: 3 leşker birîndar bûn
    Etîketan:
    birîndar, nîjadperestî, leşker, Medyablok, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de