18:08 21 Gulan 2018
    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê

    Rûsyayê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin

    © Sputnik / Maksim Blinov
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 40

    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê bo mitînga bîranînê ya bi piştevaniya Kievê ku ji aliyê Meclîsa Kirim Tataran ve dê li paytext Enqereya Tirkiyeyê bê li darxistin hemwelatiyên xwe hişyar kirin.

    Meclîsa Kirim Tatar ku li Rûsyayê di nav saziyên qedexekirî de ne, sibê li qada Tandogana Enqereyê dê mitînga bîranîna Koça Kirim Tataran li dar bixin. ​Bi sedema çalakiyê Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê li ser hesabê xwe yê Twitterê bo hişyarkirina hemwelatiyên xwe yên li Tirkiyeyê dijîn daxuyaniyek parve kir û got, nêzî cihê ku mitîng lê tê lidarxistin nebin.

    Li Kirimê wek kevneşopiyekê her sal di 18ê Gulanê de, ji bo qurbaniyên bûyera 1944an çalakiyên bîranînê tên lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: Rûsyayê Kirim îlhaq kiriye
    BBCyê 'qebûl kir' ku Kirim perçeyekî Rûsyayê ye
    Koreya Bakur Kirim wek beşek ji Rûsyayê nasî
    Erdogan: DAIŞê ez kirim hedef
    Etîketan:
    hişyarî, hemwelatî, çalakî, mitîng, Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de