07:01 26 Gulan 2018
Tuna Beklevîç

Beklevîç meşa xwe li Minareya Çarling bi dawî kir: Bila Demirtaş serbest were berdan

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 40

Meşa Tuna Bekleviçê ku ji Enqereyê ber bi Amedê dest bi 'Meşa Biratiyê' kiribû li ber Minareya Çarling a ku Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi hatibû kuştin bi dawî bu. Bekleviç got "Ji bo aştî û biratiyê divê Selahattin Demirtaş û hemû sîyasetmedar serbest werin berdan."

Tuna Beklevîçê ku di 16 Avrêlê de bi dirûşmeya "Meşa Biratiyê" ji Enqereyê ber bi Amedê ve ket rê di roja 27an de gihişt Amedê. Bekleviç di seatên nîvro de li Amedê ji aliyê welatî û nunerên saziyên sivîl ve hat pêşwazîkirin. Piştî xêrhatinê Bekleviç ji vir ber bi Mînareya Çarling ve meşîya. Polisan destûr neda ku tu kes bi Bekleviç re bimeşe. Beklevîç meşa xwe li vir bi dawî kir. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen Bekleviç bi gula pêşwazî kir û xêrhatina wî kir.

‘HEMU KES BIRÇIYÊ AŞTIYÊ NE'

Beklevîç têkildarî meşa xwe ji ajansa Spûtnik Kurdistanê re axivî û got "Me meşa xweli cihê ku Tahir Elçi hat kuştin bi dawî kir. Ew hat kuştin lê fikrê wî namirin. Ji ber wê Minareya Çarling ji bo mi girînge. Armanca meşa min ji bo gengeşîya navbera kurd û tirka bi dawî bibe û ji bo aştî û biratiyê ye. Di meşê de gihiştina min a Amedê ez pir kêfxweş kirim. Gelek kes hat pêşiya min û pêşwazî kir. Mirovên vir dixwazin aştiyê hembêz bikin. Hemû kes birçiyê aştî û biratiyê ne. Gel ji şer û pevçûnan aciz bûye."

‘DIVÊ DEMIRTAŞ SERBEST WERE BERDAN'

Beklevîç wiha berdewam kir "Ez ji Edirneyê me. Yekitiya Edirne û Amedê gelek zehmete. Ji ber ku zilmek sîyasî heye. Ez dikarim ji bo Demirtaş jî bêjim, weke rehineyê siyasî hatîye girtin. Dîsa qeyûm hene, mijara girtina şaredar û rêvebirên partiyê hene. Bi hezaran kes girtî ne. Divê di serî de hemu kes serbest werin berdan. Berî her tiştî serbest berdana Selahattin Demirtaş e. Armanca meşa min jî ev bû."

Bi heman mijarî:

YSKê serlêdanê ji bo betalkirina namzetiya Demirtaş red kir
Demirtaş ji bo Elçi helbestek nivîsî
‘Di tura duyem de em piştgiriyê nadin Inceyê ku serdana Demirtaş dike'
Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
Erdogan bersiva pêşniyara Demirtaş da
Demirtaş li ser hevdîtina xwe û Muharrem Înce daxuyaniyek belav kir
Etîketan:
Meşa Biratiyê, Tuna Beklevîç, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de