17:49 23 Gulan 2018
    Muqteda Sedr

    Tevgera Sedr: Serokwezîrî jî were dayîn em bi Malikî re koalîsyonê nakin

    © REUTERS / Alaa Al-Marjani
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yek ji berpirsê Tevgera Sedr ku Muqteda Sedr serokatiya wê dike Mecîd Macîd el Zawî ragihand ku ji encamên dengdanê çi tablo jî derkeve em bi Nûrî Malikî re koalîsyonê nakin.

    Yek ji berpirsê Tevgera Sedr ku Muqteda Sedr serokatiya wê dike Mecîd Macîd el Zawî di axaftina xwe de got: "Ji encamên dengdanê çi tablo jî derkeve bila derkeve, eger serokwezîrtî jî têkeve bazarê em bi Koalîsyona Dewleta Yasa ku Nûrî Malikî serokê wê ye koalîsyonê nakin.

    Mecîd Macîd el Zawî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tevgera Sedr bi tu kesên ku tevlî gendeliyê bibûn, rê li ber dagirkirina bajarên Iraqê vekiribe, ekonomiya Iraqê talan kiribe û fitneya mezhebi gur kiribe tifaqê pêk nayîne. Bi taybetî jî em koalîsyonê bi Nûrî Malikî re çênakin."

    Tevgera Sedr ji lîsteya Şoreşgeran (Saîrun) beşdarî hilbijartina Parlamentoya Iraqê dibe.

    Bi heman mijarî:

    Muqteda Sedr: Piştî hilbijartinê em ê wî bikujin
    Sedr Îran tehdît kir: Ez ê bi dest dagirkeriyê bikim
    Sedr bangî Erebistana Siûdî kir: Berê hevpeymana îslamî bide Qudsê
    Tevgera Sedr: Pisrgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê siyasî ye
    Etîketan:
    Tevgera Sedr, Mecîd Macîd el Zawî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de