08:11 25 Gulan 2018
    Andrey Karlov

    Di lêpirsîna balyozê rûsî de danûstendina pereyan derket holê

    © AFP 2018 / Natalia KOLESNIKOVA
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di çarçoveya lêpirsîna kuştina balyozê rûsî Andrey Karlov de danûstendina pereyan hat tespîtkirin. Di navbera rayedarê FETOyê Şerif Ali Tekalan ku li DYAyê dijî û xwediyê pêşangeha ku Karlov lê hat kuştin, Mustafa Timur Ozkan de danûstendina pereyan derket holê.

    Di Raporta ku derbarê kuştina balyozê rûsî yê Enqereyê Andrey Karlov de hat amadekirin de têkiliyên pereyan ên Şerif Ali Tekalan ku li DYAyê dijî û organîzatorê pêşangeha bi navê 'Bi Çavê Gerok ji Kaliningradê ber bi Kamçatkayê' û xwediyê pêşengeha Karlov lê hat kuştin, Mustafa Timur Ozkan ku di çarçoveya lêpirsînê de girtiye, hat tespîtkirin. Herwiha li gor raportê di sala 2012an de Timur Ozkan 100 lîreyî ji Tekalan re dişîne, piştre bo organîzatorên pêşangehê Kûluba Gerokên Tirkiyeyê re di sala 2011-2014an de 5 caran bi tevahî 500 lîreyî dişîne.

    Balyozê Rûsya yê Enqereyê Karlov, di 19ê Berfenbara 2016an de li Enqereyê beşdarî pêşangehekê bibû û herwiha rastî êrîşa çekdar hatibû û jiyana xwe ji dest dabû. Kujerê Karlov Mevlut Mert Altintaş di pevçûna bi polîsan re hatibû kuştin.

    Derbarê bûyerê de mamosteyê Mevlut Mert Altintaş û xebatkarê BTKyê Şahin Sogut, Serokê Komeleya Guru Medya Hayreddin Aydinbaş û organîzatorê pêşangehê Mustafa Timur Ozkan jî di nav de 8 kes hatibûn girtin.

    Bi heman mijarî:

    Xebatkarê MÎTê di çarçoveya lêpirsîna kuştina Karlov de hat girtin
    'Polîsê ku Karlov kuşt bi zanebûn telefona xwe li cihê bûyerê hişt'
    Di lêpirsîna sûîqesta Karlov de ji bo Gulen û Uslu biryara binçavkirinê hat deranîn
    Pisporê çînî jî şîfreya telefona katilê Karlov neşikand
    Etîketan:
    kujer, kuştin, lêpirsîn, pere, Mustafa Timur Ozkan, Şerif Ali Tekalan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de