11:18 24 Gulan 2018
    Parlamentoya Tirkiyê TBMM

    126 parlamenter li Tirkiyeyê bi darizandinê ve rûbirû ne

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Derheqê 126 parlamenteran de 569 feleze hatibûn amadekirin, herwiha heke di hilbijartina 24ê Pûşberê de neyên bijartin dê bên darizandin.

    Partiyên siyasî bo hilbijartinên 24ê Pûşberê ji aliyekî xebatên propagandayê dimeşînin ji aliyê din ve jî lîsteyên namzediyê amade dikin. Herwiha 126 parlamenterên ku derheqê wan de fezleke hatine amadekirin dema ku neyên bijartin dê bi darizandinê re rûbirû bimînin.

    Di 20ê Gulana 2016an de bi guherîna destûra bingehîn ve 139 parlameterên ku derheqê wan de 682 dosya hatibûn amadekirin parêzbendiya wan hatibûn rakirin. Bi vê guherînê ve piraniya wan parlamenterên HDPê û CHPê bi rakirina parêzbendiya wan ve dê bên darizandin. Herwiha ji 10 parlamenterên girtî 9 jê yê HDPê yek jî yê CHPê di girtîgehê de ne.

    Ji aliyê din ve derheqê 52 parlamenterên HDPê û 66 parlamenterên CHPê de fezleke hatin amadekirin û li meclîsê ne.

    Bi heman mijarî:

    'Gelo, em ê bêjin kurd e lê çi dibe bila bibe?'
    'Di 25ê Pûşberê de em ê OHALê û nîfaqa di nav hemwelatiyan de ji holê rakin'
    Nivîskarê tirk Alî Bulaç hat berdan: Înşelah careke din dubare nabe
    Etîketan:
    hilbijartin, dadgeh, daraz, parlamenter, gazete duvar, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de