17:09 24 Gulan 2018
    Muharrem Ince - Kemal Kiliçdaroglu

    'Gelo, em ê bêjin kurd e lê çi dibe bila bibe?'

    © Sputnik / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Namzedê serokomariyê yê Partiya Komariya Gel (CHP) Muharrem Ince eşkere kir ku di mayina tûra duyem a Meral Akşener de ez ê piştgiriyê bidim ê: "Heke ez bo tûra duyem nemînim ez ê bibim alîkar, lê ez jî ji hemû namzedan vê helwestê hêvî dikim."

    Muharrem İnce
    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Namzedê serokomariyê yê Partiya Komariya Gel (CHP) Muharrem Ince xebatên xwe yên bo hilbijartina serokomariyê ya 25ê Pûşberê berdewam dike. Ince, piştî ku got heke bo tûra duyem nemînim ez ê piştgiriya Akşener bikim, gotin anî ser Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş û îtîrazî girtina Demirtaş kir.

    Muharrem Ince li bajarê Antalyaya Tirkiyeyê civîna çapemeniyê li dar xist. Ince eşkere kir ku divê pêşbaziya serokomariyê bi wekhevî bê kirin û bi edelat be. Namzedê CHPê gotinên xwe yên derbarê namzed û Seroka Partiya IYIyê Meral Akşener de ku gotibû 'Heke namzeda Partiya IYIyê Meral Akşener bo tûra duyem bimîn e ez ê bibim alîkar' zelal kir û wiha got: "Ez dûbare dikim ez heman tiştî ji namzedên din jî hêvî dikim, divê ew jî di mayina min ya tûra duyem de piştgiriyê bidin. Soza min soz e, ez vê sozê ji hevalan jî dixwazim."

    Ince got, divê hemû namzed di pêşbaziyek yeksanî de bin, kî dibe bila bibe, birêz Karamollaoglu, Akşener, Demirtaş û Erdogan, divê em di şert û mercên wekhev de têbikoşin, yek di girtîgehê de, lê yên din propagandaya xwe dikin ev ne edalet e.

    Ince gotina Demirtaş jî bibîr xist ku gotiye 'Gelo em ê bêjin kurd e lê çi dibe bila bibe?' û got ev ne tiştekî rast e û ti carî jî rast nabînim.

    Bi heman mijarî:

    Piştî tehliyeya 3 hezar û 200 milîtanî operasyona tehliyekirinê bi dawî bû
    'Di 25ê Pûşberê de em ê OHALê û nîfaqa di nav hemwelatiyan de ji holê rakin'
    Ebadî: Hilbijartina îro wê pêşeroja Iraqê diyar bike
    Li Şeraya Efrînê şerê dijwar: 7 kuştî
    Etîketan:
    demirtaş, hilbijartin, Muharrem Ince, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de