07:54 25 Gulan 2018
    Kemal Kiliçdaroglu

    'Di 25ê Pûşberê de em ê OHALê û nîfaqa di nav hemwelatiyan de ji holê rakin'

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di axaftina ya li Stenbolê de bilêv kir ku em ê bibin hêviya kesên ku li Tirkiyeyê demokrasiyê dixwazin. Kiliçdaroglu di axaftina xwe de got, "Kesên ku heta duh digotin wesayet, îro tehamulî demokrasiyê nakin."

    Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya li navçeya Maltepe ya Stenbolê de rexne li hikumetê girtin û got kesên ku heta duh digotin wesayet îro tehamulî demokrasiyê nakin. Kiliçdaroglu axaftina xwe wiha dewam kir: "Tirkiye bi derbeya 20ê Tîrmehê birînek mezin stend, hemû destûr di bin destê yekî de komkirin, kesên bê sûc, rojnamevan, xwendekarên zanîngehê ketin girtîgehan, zanîngeh hatin bêdenkirin. Em niha ji bo kesên ku li Tirkiyeyê demokrasiyê dixwazin hêviyek in."

    Serokê CHPê bibîr xist ku di 25ê Pûşberê de karê me yê ewil rakirina OHALê ye: "Em ê hêzên ji hev cuda xurttir bikin, em ê destûrek bingehîn ku hiqûqa derbeyên hatiye seridandin ava bikin."

    Heriwha Kiliçdaroglu got, ji ser nîjadiya mirovan divê siyaset neyê kirin, hemwelatî ji hev hatin cudakirin, êdî em hatin astek wisa ku baweriya cîranê xwe dipirsin, em ê vê siyasetê ji holê rakin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Kiliçdaroglu şêwirmendên xwe şandin cem Abdullatif Şener'
    ‘Kiliçdaroglu pêşniyara namzediya serokomariyê li Baykal kir'
    Kiliçdaroglu: Hemû aliyên ‘NA'yê divê di tifaqê de cih bigrin
    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Tu piştgirê derbekeran e
    Etîketan:
    demokrasî, serokomarî, ohal, hilbijartin, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de