17:40 23 Gulan 2018
    Parlementoya Avusturyayê

    Avusturya dest bi betalkirina hemwelatîbûna tirkan kir

    © REUTERS / Leonhard Foeger
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Hat ragihandin ku Dadgeha Îdarî ya Eyalet a Avusturyayê biryara betalkirina tirkên ku du hemwelatiyên wan hene erê kir.

    Li gor nûçeya rojnameya Hurriyetê, lîsteya hemwelatiyên tirk ku di referandûma 16ê Nîsanê de deng bikar anîbûn kete destê meqamên fermî yên Avusturyayê.

    Herwiha meqamên Avusturyayê jî ji bo tespîtkirina tirkên ku du hemwelatiyên wan hene lêkolîn da destpêkirin. Endamê Meclisa Eyaleta Avusturyaya Jor Elmar Podgorschek di axaftina xwe de ragihand ku di lîsteya dengdêran de nêzîkî 4 hezar kesên ku du hemwelatiyên wan hene hatin tespîtkirin.

    Li gor zanyariyan, derheqê 50 kesî de lêpirsîn hat destpêkirin û hemwelatîbûna 6 kesan a Avusturyayê hat betalkirin. Tirkên ku hemwelatîbûna wan hatibû betalkirin li Dadgeha Îdarî ya Eyalet a Avusturyayê îtîraz kirin, lê dadgehê îtîraza wan red kir û hemwelatîbûna wan a Avusturyayê hat betalkirin.

    Bi heman mijarî:

    Avusturya hewl dide bi hezaran tirkan dersînor bike
    Avusturya: Tirkiye nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê
    Avusturya sînorê xwe yê bi Almanyayê re naxwaze veke
    Avusturya ambargoya çekan ji bo Tirkiyê nîqaş dike
    Etîketan:
    Avusturya du hemwelatîbûnê betal dike, Avusturya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de