20:54 20 Gulan 2018
    meral daniş beştaş

    Birayê parlamentara HDPê: Ew serbilindiya min e

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Seroka Koma HDPê li parlamentoya Tirkiyeyê Meral Daniş Beştaş got ku di nivîsa îxrackirina birayê wê yê profesor de, nivîsa ‘Birayê Parlamentara HDPê Meral Daniş Beştaş e..’ hatiye nivîsîn. Birayê Beştaşê doktor Ramazan Daniş bûyer piştrast kir û got, "Meral serbilindiya min e."

    Beştaş di gotara xwe ya li parlamentoyê de ku KHK (Biryarên Hikmê Qanûnê) rexne dikir de, bal kişand ser îxrackirina birayê xwe yê doktor ji zanîngehê û got, "Min bi riya AKPiyan xwe gihand dosyeyê. NîşeYek tenê hebû: Birayê Parlamentara HDPê Meral Daniş Beştaş e…"

    Beştaş herwiha bi bîr xist ku bi berdewamkirina pêvajoya Rewşa Awarte (OHAL) re êdî dikarin her kesî bi hincetên pûç ji kar bavêjin.

    RAMAZAN DANIŞ: MERAL SERBILINDIYA MIN E

    Birayê Meral Daniş Beştaş, Ramazan Daniş piştrast kir ku ew ji ber ku birayê wê ye ji kar hatiye avêtin û got, "Meral serbilindiya min e. Parêzvaneke baş a mafên mirovan û mafên jinan e."

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl bi nedana S-300an bo Sûriyeyê kêfxweş bû
    6 partî û rêxistinên çepgir piştgiriya xwe bo HDPê ragihandin
    Zuhêr Hesîb layîqî xelata salê ya HRRKê hat dîtin
    Du zarokên Batmanî yên ji mal reviyabûn li Kapadokyayê derketin
    YPGê amarên dawî yên şerê Efrînê eşkere kirin
    Ji balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê hişyariya roja dengdanê
    Rûsya: Biryara ‘vekişandina Amerîkayê ji peymana nukleerî' ya bi Îranê re xeletî ye
    Etîketan:
    KHK, Beştaş, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de