16:59 26 Gulan 2018
Kapadokya Balon

Du zarokên Batmanî yên ji mal reviyabûn li Kapadokyayê derketin

© AFP 2018 / İsmail Duru
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Du zarokên 15 salî yên li Batmanê winda bûbûn û ev 4 roj in malbatên wan li wan digerin, li Kapadokyayê derketin.

Li gor nûçeyên medya tirk herdu zarokên Batmanî ji ser înternetê wêneyên herêma turîstîk a li Anatoliya Navîn Kapadokya dîtine û çûne wir.

Zarokan ji bo biçin dibistanê 4 roj berê ji malên xwe derketine û 5 hezar 500 lîre jî bixwe re birine û çûne Kapadokyayê.

Piştî ku li ser medya civakî nûçeyên windabûna xwe dibînin, herdu zarok diçin xwe radestî polîsên bajarê Nevşehîrê dikin û malbatên wan tên wan ji wir vedigerînin Batmanê.

Li ser medya civakî û rojnameyên herêmî ji bo dîtina wan zarokan kampanya hatibû destpêkirin. Rojnameya Batmanê piştî dîtina zarokan mizgînî da.

Bavê yek ji wan zarokan Selahattin Aydin piştî dîtina kurê xwe kêfxweşiya xwe anî ziman û got, ew dê mewludê bide.

Bi heman mijarî:

Çîn: Em hêvî dikin ku Tirkiye piştgiriyê bide yekparçebûna Sûriyê
YPGê amarên dawî yên şerê Efrînê eşkere kirin
Ji balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê hişyariya roja dengdanê
Rûsya: Biryara ‘vekişandina Amerîkayê ji peymana nukleerî' ya bi Îranê re xeletî ye
Demirtaş ji bo Elçi helbestek nivîsî
Amerîkayê qebûl kir ku Kînjalên rûsî bêhempa ne
Etîketan:
Zarokên Batmanî, Kapadokya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de