17:09 24 Gulan 2018
    Selahattin Demirtaş

    Demirtaş ji bo Elçi helbestek nivîsî

    © Foto : HDP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (100)
    0 30

    Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzetê Serokomariyê Selahattin Demirtaş ji bo Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî helbestek nivîsî.

    Hevserokê Berê yê HDPê û namzetê Serokomariyê Selhattin Demirtaş yê li Girtîgeha Edîrneyê ji Îrfan Aktanê Gazete Duvarê re derbarê rojevê û endamêbûna xwe ya Serokomariyê axivî.

    ‘DÊ BI MILYONAN CIWAN Û JIN KAMPANYAYA ME BIRÊVE BIBIN’

    Demirtaş derbarê amadekariyên xwe yên hilbijartinê de got, "Amadekariyên me yên hilbijartinê didomin. Yê min ne amadekariyên hilbijartinê ne. Bi tenê ez peyamên xwe yên kurt, nêrîn û pêşniyazên xwe dikim. Li vir bi rêhevalê xwe Abdullah Zeydan re em dişêwirin û pêşniyazên xwe bi rêya hevalên parêzer ji navenda HDPê re radigihînin. Dê bi milyonan ciwan û jin kampanyaya me birêve bibin."

    Demirtaş li ser pirsa Aktanî ya ‘hûn çîrokên nû dinivîsin? Gelo tu dikarî beşeke ji çîrokeke xwe ya çapnekirî an jî helbesteke xwe bi me re parve bikî?'

    Demirtaş, "Ez tiştên biçûk berhev dikim. Nizanim, ka ez binerim bê tiştek derdikve ji van. Ez zêde nikarim helbestan binivîsim. Lê ez gotinên stranan dinivîsim û wan beste dikim. Min li hûndir gelek nivîsîn. Ez gotinên yekê bi te re parve bikim."

    Beşek ji helbesta Demirtaşî ya ku ji bo Serokê Baroya Amedê yê di 28ê Mijdara 2015an de hatiye kuştin Tahir Elçî nivîsiye wiha ye:

    ‘JI BO TAHIR ELÇÎ'

    "Li her derê mij û moran e

    Li rêyan şûnşop tev li hev in

    Îro her kes ji min xeyîdiye

    Lûleyên germ bi min re li hev in"

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (100)

    Bi heman mijarî:

    YSKê serlêdanê ji bo betalkirina namzetiya Demirtaş red kir
    ‘Di tura duyem de em piştgiriyê nadin Inceyê ku serdana Demirtaş dike'
    Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
    Erdogan bersiva pêşniyara Demirtaş da
    Demirtaş li ser hevdîtina xwe û Muharrem Înce daxuyaniyek belav kir
    Demirtaş: Bila hemû namzed hefteyekê têkevin girtîgehê
    Etîketan:
    Kampanyaya hilbijartinê, Girtin, Helbest, Daxuyanî, HDP, Selahattin Demirtaş, Tirlkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de