07:17 26 Gulan 2018
DAIŞ

Wezareta Derve ya Amerîkayê Trump piştrast kir: 5 DAIŞiyên pilebilind hatine girtin

© REUTERS / Ali Hashisho
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê daxuyaniya serokê DYAyê Donald Trump piştrast kir û got, 5 endamên pilê bilind yên DAIŞê li bajarê Sakaryayê hatine girtin û radestî Iraqê hatine kirin.

New york Timesê girtina 5 endamên kiribî nûçe û bi giştiyê cîhanê re parve kiribû, herwiha berdevkê Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê Hami Aksoy, bersiva pirsa têkildarî girtina 5 endamên DAIŞê da. Aksoy got ku Tirkiye têkoşîna dijî DAIŞê dê berdewam bike û wiha domand: "Di qada navdewletî de avakirina hevkariyê encamên baş derdixe holê. Endamê pile bilind yê DAIŞê İsmail Alwaan al-Ithawi bi operasyona xebatên îstîxbarî û xebatkarên ewlekariyê ve li Sakaryayê hat desteserkirin û radestî dewleta Iraqê hatiye kirin."

​Serokê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) Donald Trump di daxuyaniya xwe ya duh de bilêv kiribû ku endamên pile bilind yên DAIŞê li Tirkiyeyê hatine girtin. New York Timesa ku agahiyên nûçeyê spartibû rayedarên herêmê, navê endaman eşkere kiribu, al-Ithawi, Saddam el-Cemal, Muhammed el-Kadir, Omer el Karbuli û Essam el Zevbai.

Bi heman mijarî:

Van gotinan ji zarokên xwe re bibêjin da ku serkeftî bibin
Xwedî û berpirsa nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê hatin girtin
Rûhanî û Merkel bi rêya telefonê axivîn
Balyozê Iraqê: Nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de çareser bûn
YSKê serlêdanê ji bo betalkirina namzetiya Demirtaş red kir
Etîketan:
pile bilind, endam, DAIŞ, Hami Aksoy, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de