17:04 26 Gulan 2018
Ozgur Gundem

Xwedî û berpirsa nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê hatin girtin

© AFP 2018 / Ozan Köse
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Xwediyê Îmtîyazê yê rojnameya Ozgur Gundemê ku demek berê bi Biryarnemaya Di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, Kemal Sancili hat girtin.

Xwediyê Îmtîyazê yê rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Sancili, 2 roj berê li Edirneyê hatibû desteserkirin. Sancili piştî îfadeya wî hat stendin, sewqî dozgeriyê hat kirin û li wir hat girtin.

Heyeta dadgehê der barê xwediyê îmtyiazê yê wê rojnameyê de biryara girtinê da û ew şand Girtîgeha Silivriyê ya li Stenbolê.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku berpirsa nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan jî li Hopa ya Artvînê hatiye desteserkirin. Hat diyarkirin ku Çapan ji ber sizayên pereyan ku lê hatine birîn û salek û nîv cizayê wê heye, hatiye girtin.

Bi heman mijarî:

Ozgur Gundem: Heke rojname bê girtin em ê bi navekî din berdewam bikin
Li Gerînendeyên Giştî yên Weşanê yên Ozgur Gundemê ceza hate birîn
Berpirsyarê nivîsan û xwediyê Ozgur Gundemê tehliye bûn
Cezayê pere û girtîgehê dan ‘nobedarên' rojnameya Ozgur Gundemê
Xwediyê Ozgur Gundemê Kemal Sancili hat girtin
Etîketan:
Girtin, Rojname, Kemal Sancili, Edirne
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de