14:15 23 Gulan 2018
    Selahattin Demirtaş

    YSKê serlêdanê ji bo betalkirina namzetiya Demirtaş red kir

    © AFP 2018 / OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (97)
    0 0 0

    Desteya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) serlêdana betalkirina namzetiyaSelahattin Demirtaş bo Serokomariyê red kir.

    Di hilbijartina 24ê Hezîranê de namzetê serokkomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş e. Demirtaş ev salek û nîv e ku girtiye. Îro sekreterê berê yê Wezareta Parastinê Umit Yalim ji bo ku namzetiya Demirtaş bê betalkirin serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK)da.

    Yalim di daxwaznameya xwe ya ku da YSKyê de wiha got: "Selahattin Demirtaş bi PKKyîyan re wêneyan kişandiye, ew kesên ku bi terorîstan re wêneya bikşîne çawa li Tirkiyê dikare bibe namzbetê Serokomariyê? Ez daxwaz dikim ku namzetiya wê were betalkirin."

     Desteya Bilind ya Hilbijartinê(YSK) ev serîlêdan bi yekdengî red kir. Namzetiya Serokomariyê ya Demirtaşî dewam dike.

     

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (97)

    Bi heman mijarî:

    ‘Di tura duyem de em piştgiriyê nadin Inceyê ku serdana Demirtaş dike'
    Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
    Erdogan bersiva pêşniyara Demirtaş da
    Demirtaş li ser hevdîtina xwe û Muharrem Înce daxuyaniyek belav kir
    Demirtaş: Bila hemû namzed hefteyekê têkevin girtîgehê
    Etîketan:
    tamam, demirtaş, namzet, hdp, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de