05:29 22 Gulan 2018
    sewqiyat-leşkerên-tirk-rewşa-awarte

    Li Şirnex û Dêrsîmê teqîn: Leşkerekî tirk mir û hejmarek leşker jî birîndar bûn

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Şirnexê bombeyeke destan bi leşkerên tirk de teqiya û di wê teqînê de jî leşkerekî tirk jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû. Di teqînekê li Dêrsîmê jî hejmarek leker birîndar bûn.

    Li devera Girê Sor yê Şirnexê bombeyeke destan bi leşkerên tirk de teqiya û di wê teqînê de jî leşkerekî tirk jiyana xwe ji dest da û leşkerekî tirk jî birîndar bû.

    Hat diyarkirin ku cenazeyê leşkerî mirî û leşkerên birîndar bi helîkopterê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin vegueztin.

    Ji aliyê din ve li ser rêya di navbera Dersim û Erzinganê dema wesayîteke leşkerî derbas dibû teqînek pêk hat. Di wê teqînê de gelek leşker birîndar bûn. Hat diyar kirin ku çawîşekî pispor yê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê.

    Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di teqînê de gelek leşker bi birîndar bûne. Hat diyar kirin ku Waliyê Dêrsîmê Tuncay Sonel jî çûye nexweşxaneyê û birîndar ziyaret kirine.

    Bi heman mijarî:

    31 taxên Dêrsîmê wek herêmên ewlehiyê hat ragihandin
    Ji bo fîlmê binavê 'Zer' li Dêrsîmê sînema hat vekirin
    Li Dêrsîmê operasyonên eskerî
    Etîketan:
    Teqîn, operasyon, Şirnex, Dêrsîm
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de