11:11 24 Gulan 2018
    Ahmet Turk û Sirri Sakik

    Sirri Sakik serî li namzediya parlamenteriyê da

    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şaredarê berê yê Agirî Sirri Sakik, ku ji bo namzediya parlamenteriyê serî li HDPê da, anî ziman ku ji bo namzediyê ti astengî li pêş wî tune ye û got, ji bo namzediya wî ji gelek bajaran daxwazî heye.

    Li gorî K24ê Şaredarê berê yê Agirî Sirri Sakik, ku ji bo namzediya parlamenteriyê serî li HDPê da, got, ji bo namzediyê ti astengî li pêş wî tune ye.

    Sakik got, "Ji gelek bajaran, ji bajarên wekî Mûş, Mersin, Bursayê ji şexsê min û Navenda Giştî ya HDPê tê xwestin ku bibim namzed. Lê ji bo me cih ne girîng e. Navenda Giştî ya HDPê kuderê bibêje, ez amade me li wir xizmetê bikim."

    Sirri Sakik destnîşan kir ku gava ew bû şaredarê Agiriyê AKPê nêzikî ji sedî 70 deng disten û got, "Ji bo me ya girîng ew e ku em ji heq zehmetiyê werin. Di vî warî de em li Agiriyê bi ser ketin. Di dixwazin tecrube û dînamîzma siyaseta kurd xurt bikin. Gelê kurd gelek êş kişandin, berpirsyariya me ye ku em xizmetê ji vî gelî re bikin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Bi hinceta ku birayê parlamentera HDPê ye ji kar derxistin'
    'Performansa HDPê di tûra ewil de dê diyarker be'
    HDPê strana kurdî ya hilbijartina serokomariyê weşand: Tu dikarî!
    Ciwantirîn berendama parlementeriyê li Batmanê serî li HDPê da
    HDPê ji bo hêlîna kevokekê avdestxaneya xwe girt
    Etîketan:
    namzediya parlamenteriyê, Şaredarê berê yê Agiriyê, Sirri Sakik, Agirî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de