08:08 25 Gulan 2018
    Meral Daniş Beştaş

    ‘Bi hinceta ku birayê parlamentera HDPê ye ji kar derxistin'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgira Serokê Koma HDPê Meral Daniş Beştaş, di dema axaftina xwe ya li parlamentoyê de eşkere kir ku birayê wê, profesorê nefrolog, bi hinceta ku birayê wê ye ji kar hatiye dûrxistin. Beştaş: "Di dosyaya birayê min de notek heye, di wê notê de ‘birayê parlamentera HDPê ye' derbas dibe."

    Cîgira Serokê Koma HDPê Meral Daniş Beştaş di mijara Biryarên di Hiqmê Qanûnê de (OHAL) li ser pêşniyaza koma HDPê axaftinek kir. Beştaş beriya axaftina xwe bûyerek balkêş anî ziman û eşkere kir ku min nedixwest bejim, lê ji ber ku ev heyam bi dawî dibe ez ê bilêv bikim.

    Beştaş got ku birayê wê bi biryara di hiqmê qanûnê de bi hinceta ku birayê wê ye ji kar hatiye derxistin û got bi destê AKPyiyan min xwe gîhand dosyaya wî. Beştaş: "Di dosyaya birayê min de notek derbas dibe ‘birayê parlamentera HDPê ye' birayê min bi tenê li ser tibê dixebite, derheqê wî de heta niha ne lêpirsîn ne jî dozek hebû, ji ber ku birayê min e ji kar derxistin."

    Parlamentera HDPê destnîşan kir, herçiqas bo birayê wê li karê xwe vegere hewl dabe jî, ti encam bidest nexistiye.

    Bi heman mijarî:

    Meral Daniş Beştaş ji Metîner re got: Tu rûreşê kurdan î
    Meral Beştaş: Lêkolîna parlamentoyê bo tespîtkirina mexdûriyetên zimanê kurdî xwest
    Meral Beştaş: Dadgeha Bilind dê Demirtaş serbest berde
    Îtiraz li tehliyeya parlementera HDPyî Beştaş hate kirin
    Etîketan:
    ji karderxistin, îxraç, biryara di hiqmê qanûnê de, ohal, Meral Daniş Beştaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de