07:59 25 Gulan 2018
    HDP-Partiya Demokratîk a Gelan

    'Performansa HDPê di tûra ewil de dê diyarker be'

    © Sputnik / Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Şîrketa Şêwirmendiyê MAKê Ali Kulat daxuyand, li gor analîzên ku kirine bijartina serokomar dê bimîne tûra duyem, lê herwiha di tûra ewil de permormansa HDP dê ji bo bijartina serokomar diyarker be.

    Li gor nûçeya Rojnameya Cumhuriyetê Serokê Şîrketa Şêwirmendiyê MAKê Ali Kulat derbarê performansa HDPê hilbijartina serokomariyê ya 24ê Pûşberê ya Tirkiyeyê de agahiyên girîng dan. Kulat da zanîn ku niha rêjeya dengê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dora ji %8-9an e, xebat û performansa HDPê di tûra ewil de bo hilbijartina serokomariyê dê diyarker be.

    Serokê MAKê bibîr xist, di beşdarbûna HAK-PARê ya hilbijartinan de dibe ku encam biguherin û di vê çarçoveyê de îhtîmala pirsgirêka bendê bo HDPê derkeve holê.

    Kulat bilêv kir, Partiya IYI di dema ku hat avakirin de rêjeya dengê wê zêde bû lê piştre rêje ket, bi biryara hilbijartina pêşwext ve cardin rêjeya dengê Partiya IYIyê bilind bû ye û li dora ji %10an e. Bo MHPê jî got, dengdêrên ku di hilbijartina 1ê Mijdarê de bi dest AKPê de berdabûn cardin paş de distînin.

    Bi heman mijarî:

    Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
    ‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
    HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
    HDP serdana HAK-PARê kir: Xelasiya gel û welat girêdayî yekîtiyê ye
    HDP wê namzetê xwe di 5ê Gulanê de ragihîne
    Etîketan:
    serokomar, partiya iyi, chp, hdp, hilbijartin, Ali Kulat, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de