04:14 25 Gulan 2018
    Adil Oksuz

    Aydin: Adil Oksuz berî hilbijartinê bi 15 rojan dê were girtin

    © Foto : Twitter
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê IYI Partiyê Koray Aydin di hevpeyvîna xwe de ragihand îdîa kir ku Adil Oksuz berî hilbijartina 24ê Hezîranê dê were girtin û bi wî dê îftîrayan bavînin muxalefetê.

    Cîgirê Serokê IYI Partiyê Koray Aydin di hevpeyvîna xwe ya Saygi Ozturkê rojnameya Sozcuyê de got: "AKP wek partî hevkar û şirîkê sûcê hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ku FETO kir e. Adil Oksuz berî hilbijartina 24ê Hezîranê dê were girtin û bi wî dê îftîrayan bavînin muxalefetê."

    Koray Aydin di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Niha jî partiya desthilat bi îdîaya endambûna FETOyê ciwanên bêguneh digre. Delîl tuneye, tiştek tuneye. Heyfa min bi wan ciwanna tê. Îmamê navdar ê FETOyê Adil Oksuz ku ji aliyê dewletê ve hatibû girtin û bi awayekî şaibe hat berdan. Niha jî dibejin Oksuz mirovê dewletê ye û berî hilbijartinê bi 15 rojan dê were girtin. Li gor îdîayan ji IYI Partî û ji CHPê wê hinek kesan bi endambûna FETO tohmetbar bike. Di kare qulo pilo de ev desthilat pir pispor e."

    Aydin di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: "Eger bixwazin FETOyiyan desteser bikin hewceyî zahmetkişandinê nake, wek ku seroka me hî got bila herin li eynê temaşe bikin. Di eynê de wê zava, bûk û gelek kesên derdora xwe bibînin. AKP wek partî hevkar û şirîkê sûcê hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ku FETO kir e. Ta rastî piştî hilbijartinê ew dê hisab bidin. Xwîna 250 şehîdê me di stûyê wan de ye."

    Bi heman mijarî:

    ‘Adil Oksuz li Baregeha NATOyê nan xwar û amerîkiyan ew gihande Almanyayê'
    Wezîrê Dadê Bozdag: Dibe Adil Oksuz hatibe kuştin
    ‘Adil Oksuz li Almanyayê daxwaza penaberiyê kir'
    'Adil Oksuz li balyozxaneyekê xwe vedişêre'
    Bozdag: Adil Oksuz li Tirkiyeyê ji terefê hinek kesan ve tê veşartin
    Îdîaya ku ‘Adil Oksuz reviyaye Amerîkayê'
    Etîketan:
    FETO, IYI Partî, Koray Aydin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de