17:07 24 Gulan 2018
    Selahattin Demirtaş

    Erdogan bersiva pêşniyara Demirtaş da

    © Foto : HDP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Namzedê HDPê yê serokomariyê Selahttin Demirtaş di serdana Muharrem Ince ya Girtîgeha Edirneyê de gotibû ‘Bila hemû namzed her yek hefteyê razên ji bo edalet çêbibe'.

    Namzedê HDPê yê serokomariyê Selahattin Demirtaş di serdana Muharrem Ince ya Girtîgeha Edirneyê de gotibû ‘Bila hemû namzed her yek hefteyê razên ji bo edalet çêbibe'. Ince jî vê peşniyara Demirtaş di hevdîtina xwe ya ligel Serokomar Erdogan de tîne ziman, lê Erdogan dibêje ‘min dora xwe kiriye'.

    Li gor nûçeya Iklim Ongela rojnameya Cumhuriyetê, Muharrem Ince duhî piştî mitînga Colemêrgê derbasî Geverê bû û bi grûbek rojnamevan re sohbet kir.

    Ince di axaftina xwe ya rojnamevanan de behsa hevdîtina xwe ya bi Erdogan re kir û got: "Dema min li girtîgehê serdana Selahattin Demirtaş kir ji min re got ‘Ez di girtîgehê de me û hûn digerin. Bila hemû namzed her yek hefteyekê razên ku edalet çêbibe.' Min jî ev ji Erdogan re got, Erdogan jî di bersiva xwe de got ‘Min dora xwe kiriye."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan û Pûtîn li ser mijara Îranê axivîn
    Esad bi awayekî tund Erdogan rexne kir
    Erdogan: YPG bi çekên ku ji Amerîkayê stendine sînorên me tacîz kirin
    Erdogan: Eger milet bêje ‘Temam’ em ê berdin, dunyayê got ‘temam’
    Etîketan:
    CHP, HDP, Muharrem Ince, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de