01:39 26 Gulan 2018
Qesra Serokomariyê - Lijneya Wezîran

Plana AKPê ya piştî hilbijartinê eşkere bû

© REUTERS / Yasin Bulbul/ Cumhurbaşkanlığı
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)
0 0 0

Hat ragihandin ku di plana AKPê ya ji bo piştî 24ê Hezîranê amade kiriye de hejmara wezaretan dadikeve 15an û 5 cîgirên serokomar jî dest bi kar dikin.

Hikûmeta AKPê planên xwe li gor hisabê ku di 24ê Hezîranê de we biser bikeve amade dike. Li gor Nuray Babacana rojnameya Hurriyetê, hikûmet ji bo piştî hilbijartinê Lijneya Wezîran ava bike ji niha de ecele dike. Ji bo vê bi gelek bûrokratên ku berê rêvebir û misteşarî kirine û teqawûtbûne civîn hat lidarxistin.

Di civînê pirsa kîjan sazî di kîjan wezaretê de be wê baş ji dîplomat û bûrokratan hat kirin. Raporta ku hat amadekirin di civîna ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Binali Yildirim jî tevlî bibû hat nirxandin.

Li gor agahiyan hejmara wezaretan wê dakeve derdora 15an û 5 jî cîgirên serokomariyê têne diyarkirin.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)

Bi heman mijarî:

Gezici: AKP-MHP li parlamentoyê piraniyê bi dest naxe
Demirtaş: AKP piştgiriya xwe wenda dike û mirov ji AKPê aciz bûne
‘40 şaristaniyan xirab nekir lê aniha AKP xirab dike'
SONAR: Tifaqa AKP-MHPê ji sedî 50î derbas nake
AKP û MHPê pêşnûmaya hilbijartina pêşwext pêşkêşî parlamentoyê kir
Etîketan:
AKP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de