05:35 22 Gulan 2018
    Camî-mizgeft

    Ji ber weazên kurdî ketina mizgeftê ya mele hat qedexekirin

    © AFP 2018 / Bart Maat
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îmamê fexrî yê mizgefteke li gundekî Cizîrê ku ji ber weazên kurdî hatibû binçavkirin, niha jî ji xeynî demên nimêjê ketina wî ya nav mizgeftê hat qedexekirin.

    Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li gundê Dirseklî yê mezreya Îsa Axa ya Cizîrê îmamê bi navê M.K bi sedema ku rojên înan weazên kurdî dide li ser gilî ji aliyê cendermeyan ve hatibû binçavkirin.

    Cendermeyan ji îmam pirsên, li dijî dewletê û bi kurdî weaz dane nedane pirs kirine û piştî hatiye berdan jî ji aliyê miftîtîya Cizîrê ve ji karê xwe hatiye wergirtin.

    Parlamentarê HDPê yê Wanê Adem Geverî jî li ser biryara miftîtiyê di parvekirineke xwe ya twitterê de got, "Diyanet û miftîtiyan ti carî dengê xwe ji îdeolojiya fermî ya nijadî re nekirin. Wan ne xizmeta dînê Xweda xizmeta dînê dewletê kir!"

    GUNDÎ LI PIŞT MELAYÊ HATIYE TAYÎNKIRIN NIMÊJ NAKIN

    Hat zanîn ku miftîtîyê li îmamê fexrî yê mizgeftê ji xeynî demên nimêjê çûyîna nav mizgeftê qedexe kiriye.

    Gundiyan jî ji ber vê biryarê li pişt îmamê qedroyî yê ku 4ê Nîsanê hatiye tayînkirin nimej nekirine û biryara qedexekirina mizgeftê li îmamê xwe yê berê protesto kirine.

    Li gor nûçeyê xelkê gund bi biryare ku helwesta xwe ya li dijî biryara miftîtiyê berdewam bike û îmamê fexrî yê mizgeftê M.K ji nû ve vegerîne mizgeftê.

    Bi heman mijarî:

    5 fermandarên DAIŞê hatin girtin, kodên nepen ên ragihandinê jî hatin deşîfrekirin
    ‘Çîn dixwaze beşdarî proseya Astanayê bibe, lê Enqere li dijî derdikeve’
    Merkel bang li Ewropayê kir ku pişta xwe bi Amerîkayê ve girê nede
    Dengdana taybet a pêşmerge û hêzên ewlekariyê bidawî bû: Beşdarî 72% e
    Ji Amerîkayê bo Îranê dorpêçên nû
    Piştî serdana Moskowayê şandeke amerîkî serdana Barzanî kir
    Vîdeo- 'Du helîkopterên amerîkî ketine pey UFOyekê'
    Etîketan:
    Cizîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de