05:35 22 Gulan 2018
    Muharrem İnce

    'Em ê pirsgirêka kurd bi sê tiştan çareser bikin'

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Namzedê serokomariyê yê Partiya Komariya Gel (CHP) Muharrem Ince di mitînga Colemergê de axivî: "Bi birêz Erdogan re duh êvarî pirsgirêkên welêt em axivîn. Ji min pirsî 'Gelo sibê di mitînga Colemergê de dê ala Tirkiyeyê hebe an na?' Min got helbet wê hebe."

    Muharrem İnce
    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Namzedê serokomariyê yê Partiya Komariya Gel (CHP) Muharrem Ince duh bi serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek kir. Ince da zanîn ku Erdogan jê pirsiye 'gelo di mitînga li Colemergê dê ala Tirkiyeyê hebe an na?' Muharrem Ince ala Tirkiyeyê nîşan da û bangî Erdogan kir ku "Ev ala Tirkiyeyê, kamera nîşan bide bila Erdogan bibîne."

    Muharrem Ince gotina xwe anî ser mesela kurd û wiha got: "Pirsgirêka me pirsgirêka kurd e. Em ê bi mêranî bêjin, pirsgirêka kurd çi ye? Pirsgirêkek siyasî aborî û çandî ye. Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka exlaqî ye, siyasetvan dema ku tên Amedê bi tenê gotinên xweş dikin, paşê van gotinan ji bîr dikin û dibin kesayetek din."

    Namzedê CHPê, di dema serokomariya xwe de pergala çareserkirina pirsigrêkan jî ji hemwelatiyên colemergî re vegot. Ince got: "Em ê pirsgirêkan em ê bi sê tiştan çareser bikin, ya ewil em ê li hev werin, ya dudyan em ê mezin bibin û ya sisyan em ê li hev par bikin."

    Bi heman mijarî:

    Muharrem Ince serlêdana Demirtaş kir
    3 navên suprîz tevlî mitînga Muharrem Ince ya Edirneyê dibin
    Ince piştî serdana Demirtaş diçe Colemêrgê
    Ji Ince bo Bilal Erdogan: Ti di cihê xwe de rûnê, mikrofonê bide bavê xwe
    Etîketan:
    pirsgirêka kurd, hilbijartin, endam, serokomar, Muharrem Ince, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de