17:05 24 Gulan 2018
    ALA HDPÊ-hdp

    Ciwantirîn berendama parlementeriyê li Batmanê serî li HDPê da

    © Sputnik / HDP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (100)
    0 0 0

    Xwendekara dibistana amadehiyê Rozerin Aktaş ji bo berendamtiya parlementeriyê li Batmanê serî li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da. Aktaş a ku 1ê Hezîran dê bikeve 18 saliya xwe diyar dike ku ger were hilbijartin dê ji bo çareseriya kêşeyên ciwan û jinan bi xebite.

    Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rozerin Aktaş a Batmanî ya ku dê 1ê Hezîranê têkeve 18 saliya xwe û li dibistaneke taybet xwendekara dibistana amadehiyê ye ji bo ji HDPê bibe parlementer li Batmanê û Mêrdînê daye. Aktaşa Batmanî bi vê serîlêdanê xwe bû ciwntirîn berendamê parlementeriya Tirkiyê.

    ​Rozerin Aktaş, "Ji ber ku ez zû li bûyerên li derdora xwe werqilîm; ji ber ku gelek zû ez ji hay dezavantajên erdnîgariya xwe û newekheviya jin û mêran bûm min rêyeke wiha bijart. Bême hilbijartin neyême hilbijartin ne girîng e bi tenê ji ber ku min wekhevî û hêvî di nava HDPê de dît ketime rêyeke wiha, ez bang li jinan dikim ku dengên xwe bidin HDPê."

    Aktaş, "Malbata min û tevahiya kesên di pola min de piştgiriyê didin min. Li Batmanê rêjeya bêkariyê zêde ye. Ji bo çareseriya kêşeyên ciwan û jinan çi ji dest min were, ez dê bikim."

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (100)

    Bi heman mijarî:

    HDPê ji bo hêlîna kevokekê avdestxaneya xwe girt
    Li bajarên kurdan ji bo bernamzetiyê nêzikî 600 kesan serî li HDPê da
    Veli Saçilik di HDPê de bû berendam
    CHPê bi erênî pêşwazî li pêşniyara HDPê kir!
    Namzedê HDPê Demirtaş sozên xwe yên hilbijartinê eşkere kirin
    Mediar: Bêyî piştgiriya HDPê ‘Tifaqa Millet' nikare hilbijartinê qezenç bike
    Etîketan:
    Hilbijartinên Tirkiyê, Hilbijartin, HDP, Rozerin Aktaş, Batman, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de