17:06 26 Gulan 2018
Fenerbahçe - Beşiktaş derbisi

Pêşbirka fînala Kûpaya Tirkiyeyê dê îşev li Amedê bê lîstin

© REUTERS / Murad Sezer
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Pêşbirka fînala Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê îşev di navbera Teleset Mobilya Akhisarspor-Fenerbahçeyê de dê li Amedê bê lîstin. Pêşbirka ku saet di 20.30an de wê dest pê bike ji aliyê hakemê xwedî kokarta FIFAyê Cuneyt Çakir ve wê bê birêvebirin.

Pêşbirka fînala Kûpaya zîraatê ya Tirkiyeyê dê îşev saet di 20.30an de li stada Amedê bê lîstin. Herwiha ji bo pêşbirka ku di navbera Teleset Mobilya Akhisarspor-Fenerbahçeyê dê bê lîstin ji derveyî bajêr bo pêşbirkê temaşe bikin gellek hemwelatî hatin Amedê.

Hat ragihandin ku tevahiya otelên navenda bajêr ji aliyê alîgirên herdû tîman ve hatine rezerve kirin. Alîgirên ku hatin bajêr piranî li muzeya navçeya Sûrê, Xana Hesenpaşa û mînareya çarling û her wekî din geriyan.

​Ji aliyê din ve bajarê Amedê piştî 18 salan dê ji Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê re xwedîmaltiyê bike.

Pêşbirka fînalê ya Teleset Mobilya Akhisarspor-Fenerbahçe saet di 20.30an de dê dest pê bike.

Bi heman mijarî:

'Kurd di Kûpaya Cîhanê de wê bêkêf bin, dert û kulên wan zêdê ne'
‘Kûpaya Cîhanê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn wê bi kelecan derbas bibe'
‘Tîmên Elmanya û Fransa di serî de gellek favoriyên Kûpaya Cîhanê henin'
‘Kûpaya Cîhanê wê di navbera Messi û Dewletên Ewropayê de derbas bibe'
Etîketan:
fînal, gog, kûpa, maç, pêşbirk, TFF, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de