14:16 23 Gulan 2018
    Amed-Pîrozbahiyên 1ê Gulanê ya Roja Cejna Karkerên Cîhanê

    'Divê kurd bê merc piştgiriyê nedin ti kesî'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (97)
    110

    Birêvebirê KCKê Zubeyir Aydar derbarê hilbijartinan de axift û diyar kir ku haya kurdan ji "refleksên CHPê yê neteweperest" heye û got, "kurd bi qotinan qanî nabin, divê gotûbêj werin kirin". Herwiya Aydarî got, "ez di şûna HDPê de bim, ez ê bê merc piştgiriyê nedim ti kesî" û "ez daxwazên xwe yê minîmûn ji dijberiyê re eşkere bikim."

    Birêvebirê KCKê Zubeyir Aydar bi malpera Al Monitorê re derbarê pêvajoya hilbijartina Tirkiyeyê, helwesta kurdan di vê pêvajoya de û HDPê de axift.

    Aydar bi nivîskar Amberin Zamanê re axift ku di destpêka nivîsa xwe de dibêje: "Her ku dengdana 24ê Hezîranê ya ji nişkê ve nêzîk dibe, reqîb(ên hilbijartinê) lê dixebitin ku dengderên kurd qanî bikin, ji ber dibe dengên wan lîstikê biguherîne."

    "HAYA KURDAN BAŞ JI REFLEKSÊN CHPÊ YÊN NETEWEPEREST HEYE"

    Aydar di hevpeyvînê de bi bîr tîne ku dijberiya Tirkiyeyê ya ku tifaqa milletî damezirandiye û ji CHP, IYI Partî, Partiya Saadetê û DPê pêk tê HDP li derve hiştiye û wiha dibêje: Wisa diyar e ku partiyên dijberiya Tirkiyeyê jî wan xebatên Erdoganî himbêz dikin ên ku ji sala 2015an ve dike da ku HDP marjînalîze/varê bike. Biryara jidervehiştina HDPê refleksên neteweperest ên di nava CHP û IYI partiyê de nîşan dide. Ev redkirina kurdan e û haya kurdan baş jê heye.

    "KILIÇDAROGLU NE JI BO DENGÊN KURDAN LÊ JI BO DENGAN JI AKPÊ BISTÎNE…"

    Zaman di pirsyareke xwe de behsa wê hewla serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyî dike ku xwest ku Abdullah Gulî wek namzetê hevpar ê dijberiyê nîşan bide û dipirse, gelo Kiliçdaroglu çima dê tiştekî wiha bike, eger dijî kurdan be. Aydar bersiva vê pirsyarê wiha dide:
    Gava ku Kiliçdaroglu di hevpeyvînan de diaxive, dibêje ku divê dijberî destê xwe bide her kesî lê di pratîkê de bi awayekî cuda tevdigere, wek karmendekî ku îşareta xwe ji jorê werdigire. Îca di rewşa Abdullah Gulî de, ez bawer nakim ku giringî didayê ji ber ihtimala ku dengê kurdan bistîne ku helbet dibû ku bistendina. Lê ew bêtir ji bo wê yekê bû ku dibe Gul dengan ji Erdoganî û AKPê bistîne. Ev nirxandina rasteqîn a Kiliçdarogluyî bû. Helbet rast e ku CHP ji aliyê îdeolojîk ve homojen e û hinek di nav partiyê de hene ku baweriya wan bi hevkariya li gel HDPê tînin."

    "KURD BI GOTINAN QANÎ NABIN, PIŞTGIRÎ PIŞTÎ GOTÛBÊJAN DÊ WERE"

    Namzetê CHPê Muharrem Ince serdana namzetê HDPê yê zindankirî Selahattin Demirtaşî kiribû, di dengdana rakirina parêzbendiya HDPê de deng li dijî wê dabû û behsa çareserkirina pirsa kurdî li parlamentoyê kiribû. Zamanê ev agahî bi bîr anîn û pirsî bê gelo Muharrem îşaretên erênî nade kurdan û dibe kurd di tûra duyem de piştgiriyê bidinê. Berdevkê KCKê wiha got:

    Haya min ji wan daxuyaniyan heye û hêjayî baldariyê ne lê divê wan zelaltir bike. Çareserkirina kêşeya kurdî li parlamentoyê baş dixuyê lê têrê nake. Di dema pêvajoyê (ya aştiyê) de, aliyê kurdî yê Abdullah Ocalanî serkêşiya wî dikir her li ser heman tiştî îsrar dikir ku mijar li parlamentoyê were nîqaşkirin. Lê Hikûmetê ew nedixwest. Tenê tiştê wê kir ew bû ku qanûneke nezelal û tijî gotinên nediyar derbas kir. Divê Ince eşkere danasîna xwe ji pirsa kurdî re rave bike û niyeta wî çawa ye ji bo çareser bike. Ji bo ew kesên ku kurd dê di tûra duyem de piştgiriya wan bikin, gotin bi tenê nikarin wan(kurdan) qanî bikin. Dê rûnên û bazarê ji bo çareseriyeke demokratîk ji kêşeyên wan bikin. Gotûbejeke bi vî awayî dê pitşgiriyê diyar bike."

    "PKK NIHA AGIRBESTÊ RANAGIHÎNE"

    Li ser ihtimala ku PKKê wek nîşandana niyeta baş, agirbesteke yekalî berî hilbijartinan ragihîne, Aydarî got, "ez bawer nakim, tiştekî wiha realîst be. Şer li Efrînê berdewam dike. Hêzên tirkî êrîşên xwe li herêmên kurdî berdewam dikin li gel ku wan ti gef li ser ewlekariya Tirkiyeyê çênekiriye û (Tirkiye) li Efrînê paqijkirineke etnîkî li dijî kurdan pêk tîne. Herwiha operasyoneke leşkerî li Kurdistanê Iraqê pêk tîne. Banga agirbestê di bin van mercan de dê di vê wextê de ku kurd bi hemû amûrên polîtîk li derve tên hiştin dê wek qelsî were nîşandan. Dê bihêle ku Erdogan îdîa bike ku 'wî kurd danîn ser çongê'."

    KURD JI BO PIŞTGIRIYÊ WEK DESTPÊK ÇI DIXWAZIN?

    Aydar li ser daxwazên kurdan jî axift û got: "Pêşî em behsa pêngavên lezgîn û pêkanbar bikin: Rakirina rewşa awarte, kêmkirina astengên li ser medya, azadiya axiftin û kombûnê. Berdana girtiyan. Birina pirsa kurdî bo parlamentoyê dê giring be wek gava yekem. Ez dizanim ku zehmet e, nexşerêyeke berfireh di vê atmosfera hilbijartinan de pêk were lê namzetê eşkere ragihîne ku alîgirê çareseriyeke polîtîk e ne yeka leşkerî, dê hêja be ku piştgiriya kurdan bistîne."

    "EZ DI ŞÛNA HDPÊ DE BIN, EZ Ê BÊMERC PIŞTGIRIYÊ NEDIM TI KESÎ"

    Li gorî Aydar, eger tûra duyem a hilbijartina Serokkomariyê çêbibe, dê pêwîstiya reqîban bi kurdan û HDPê çêbibe û wiha dewam dike: Mihtemelen dê lê bixebitin ku hevpeymaniyekê bi kurdan re çêkin. Eger ez di şûna HDPê de bim, ez ê bê merc piştgiriyê nedim ti kesî lê ez ê bê helwest jî nemînim.

    Muharrem İnce
    © REUTERS / Ümit Bektaş
    "BAWER NAKIM, DI TÛRA DUYEM DE JÎ AKPÊ WERE CEM HDPÊ"

    Derbarê ihtimala ku di tûra duyem de hevpeymaniyeke di navbera HDP û AKPê de jî çêbibe, Aydarî diyar kir ku bawer nake ku AKPê bixwaze xwe hevalbendiya kurdan bike û hevpeymaniya wê ya li gel MHP û Ewrasyaparêzan bi bîr anî û got, "Ne tiştekî berbiqailane ye ku (AKP) dest ji wan berde ji bo hevpymaniyeke li gel HDP bike. Bi her awayî manîfestoya Erdoganî ya hilbijartinê helwesta wî eşkere dike. Di bin navê 'têkoşîna li dijî terorîzmê' sozê dide ku êrîş û operasyonên xwe yên dersînorî yên li dijî kurdan zêdetir bike."

    "DIBE ERDOGAN HINEK DAXUYANIYÊN ERÊNÎ JI BO KURDAN BIDE LÊ BI WAN RE RÛNANÊ"

    Zaman dipirse, heger Erdogan di tûra duyem de were û li deriyê HDPê xîne û soza pêkanîna daxwazên wan bide, gelo dibe dengê xwe bidinê. Aydar diyar kir ku dibe Erdogan hinek daxuyaniyên erênî li ser kurdan bidin da ku wan bikişîne aliyê xwe lê dê bi tevgera kurdî (ya Ocalan pêşengiya wê dike) re rûnenê û wiha dewam kir: "Soz ne bes in. Divê alî rûnên û li ser maseyê bigihêjin lihevkirinekê ku herdu aliyan razî bike. Wek min got, a giring ew e ku gotûbêj vebin."

    hdp-mîtîng
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    "DIVÊ HDPÊ DAXWAZÊN XWE YÊ MÎNÛMÛN JI DIJBERIYÊ RE EŞKERE BIKE"

    Aydarî diyar kir ku "peyama me ji bo dijberiyê ye. Bi kurtasî, eger ez HDP bûma, min diyalog bi wan re vekira lê min bi awayekî zelal daxwazên xwe yên mînîmûn eşkere bikirina."

    "WÊRANKIRINA BAJARAIN, GIRTINA SEROK Û PARLAMENTERAN, REFERANDÛM Û EFRÎN…KURD NE EHMEQ IN"

    Berdevkê KCKê diyar kir ku bawer nake ku ti kêşeya HDPê di derbaskirina barajê de hebe lê bal kişand ser giringiya xwedîderketina li sindoqan û wiha dewam kir: Bertekeke xurt a neyênî di nav kurdan de heye li dijî polîtîkayên hikûmetê yên vê dawiyê ku ev ên di nav AKPê de jî di nav de. Ji sala 2015an ve, hikûmetê gelek bajar wêran kirin, sivîl kuştin û paşê li HDPê zîvirî. Gelek serok, parlamenter, şaredar û rayedarên HDPê girtin. Ev hêrs û hêvîşkestinê di nav kurdan de çêdike.  Di heman demê de, Erdoganê ku heta demeke nêz jî (Serokê berê yê Herêma Kurdistanê) Mesûd Barzanî wek hevalbendê xwe yê nêzîk di ahengên giştî û zemawendan de nîşan dida, paşê di dema referandûma serxwebûna kurdan a par(ku Tirkiye bi tundî li dijî wê derket) de ew paş ve xencer kir. Piştî wê operasyona Tirkiyeyê li dijî Erdînê û peymana Erdoganî ya li gel MHPê ya dijî kurdan hatin. Kurd ne ehmeq in; haya wan ji her tiştî heye. Ji ber van faktoran hemûyan, Dengê HDPê dê di van hilbijartinan de zêde bibe."

    "HATINA BARZANÎ, DÊ INTÎHARA SIYASÎ BE"

    Li gorî Amber Zamanê hinek îdîa hene ku Erdogan dê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwîne da ku alîkariya wî di helmeta hilbijartinan de bike. Aydar li ser vê mijarê wiha dibêje: "Ez nizanim bê Barzanî çi difikire lê eger ez li cihê wî bim, ez ê tev li planeke wiha nebim. Dê pêgeha wî li nav kurdan bike zifir. Ew dê şêwazeke intîhara siyasî be.

     

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (97)

    Bi heman mijarî:

    Derbarê parvekirinên parlamenterê HDPê Alican Onlu de lêpirsîn hat destpêkirin
    Polîsan avêt ser avahiya HDPê ya Bismilê û Hevserokê HDPê yê Bismilê binçavkirin
    HDPê ji bo Mehmûd Xoceyê Hababamê peyama serxweşiyê weşand
    Li Enqereyê 15 endamên HDPê hatin binçavkirin
    Demirtaş rêjeya dengan a HDPê aşkere kir
    Li Izmîrê 55 kesên endamê HDPê û DBPê hatin desteser kirin
    Etîketan:
    kurd, HDP, Partiya Saadetê, DP, IYI Partî, CHP, KCK, Kemal Kiliçdaroglu, Amberin Zaman, Zubeyir Aydar, Efrîn, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de