08:09 25 Gulan 2018
    Ekonomî

    Ekonomîst Prof. Karatepe: Ekonomiya Tirkiyeyê bi pirsgirêkên cidî re rûbirû ye

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 10

    Ekonomîst û Serokê Komeleya Fînans a Tirkiyeyê Prof. Dr. Yalçin Karatepe, sepandina mûeyîdeyên ekonomîk yên Amerîka li hemberî Îranê û bandora wê ya li ser Tirkiyeyê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Ekonomîst û Serokê Komeleya Fînans a Tirkiyeyê Prof. Dr. Yalçin Karatepe, mûeyîdeyên ekonomîk yên Amerîka li hemberî Îranê û bandora wê ya li ser Tirkiyeyê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Karatepe mûeyîdeyên Amerîka yên li dijî Îranê wek demên borî wê bandoreke mezin li ekonomiya Tirkiyeyê bike.

    ‘DI AMBARGOYA DIJÎ ÎRANÊ DE AMERÎKA TENÊ YE'

    Ekonomîst û pisporê fînansî Prof. Dr. Yalçin Karatepe ji bo sepandina mûeyîdeyên Amerîka yên dijî Îranê û bandora wê ya li Tirkiyeyê got: "Berî peymana nûkleerî di dema mûeyîdeyên ekonomîk ku Amerîkayê li ser Îranê sepandibûn de em hemû dizanin bê Tirkiyeyê çi problemên ekonomîk derbas kirin. Ekonomiya Tirkiye ji ber danîna astengiyên bazirganî yên bi Îranê re rastî pirsgirêkên mezin hatibû. Bi Îranê re pêwendiyên me yên girîng ên bazirganî hene, eger mûeyîdeyên ekonomîk werin sepandin dê vegere rewşa berî peymana nûkleerî. Lê dixwazim vê bêjim, di meseleya mûeyîdeyan de dema mirov li daxuyaniyan temaşe dike wek ku Amerîka tenê ye."

    ‘EKONOMIYA TIRKIYE BI PIRSGIRÊN CIDÎ RE RÛBIRÛ YE'

    Prof. Dr. Yalçin Karatepe di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dema ku mirov li daxuyaniya Yekîtiya Ewropa û hinek welatên din temaşe dike hemû daxwaza berdewamiya peymanê dikin. Lewma ez hinekî dudilî me ev mûeyîdeyên Amerîka yên li dijî Îranê wê çi qasî bi hêz be. Dibe wek ku tê texmînkirin bandoreke fireh neke. Lê dîsa jî dibe Tirkiye rastî pirsgirêkên ekonomîk ên wek dema berê were û astengiyên bazirganî li pêşiya wê bêne danîn. Herwiha Tirkiye ji vê meseleye Îranê û Amerîkayê cuda, divê tedwîrên serbixwe wergire. Ji ber ku ekonomiya Tirkiyeyê bi pirsgirêkên cidî û mezin re rûbirû ye. Yanî pirsgirêkên sereke yên wek enflasyon têk çûye, dovîz pir bi herekete e, faîz gihîşte ji sedî 16an, borsa kem dibe û problema bêkarî û hwd."

    ‘KONJEKTURA EKONOMÎK A DINAYAYÊ JÎ DI ALEYHÊ TIRKIYEYÊ DE YE'

    Yalçin Karatepe di dirêjiya axaftina xwe de got: "Konjektura ekonomîk a dinyayê jî di aleyhê Tirkiyeyê de ye, çawa di aleyhê wê de ye? Tevgera sermayê bo welatên ku bipêş dikevin rawestiyaye ber bi welatên pêşketî yên wek Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ve diçe. Yanî konjektura derve û nîşaneyên ekonomîk ên Tirkiyeyê bi awayek lezgîn diguherin û dikevin aleyhê Tirkiyeyê. Eger em mûeyîdeyên ekonomîk ên li dijî Îranê jî têxin ser van dê rewşa Tirkiyeyê pir xeter bike. Lê li gor min pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ji nîşaneyên makroyî yên navxweyî pêk tê û helbet meseleya Îranê jî dê miqdarek bandora neyînî lê bike."

    ‘TI FÊDEYA AŞTIYA HEBÛNÎ JI BO EKONOMIYÊ TUNEYE'

    Karatepe di dawiya axaftina xwe de armanca derxistina qanûna Aştiya Hebûnî ku duhî li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin nirxand û got: "Em hemû dizanin ku pereyên tirkan li derveyê welat hene û hikûmetê ji bo ev pere vegerin Tirkiyeyê tedwîreke qanûna Aştiya Hebûnî deranî. Lê derxistina vê qanûnê jî wê ti encamekî nede ji bo ku di demên borî de jî hat kirin, lê ti encam neda. Di serdema hikûmetên AKPê 3 caran û hikûmeten berê jî ev qanûn deranîn, lê wek min got encam neda. Divê em vê jibîr nekin, welatê ku rîsk lê hebe pere naçê. Di vê dema ku biyanî ji Tirkiyeyê derdikevin de çawa tirkên derveyî welat dê pereyên xwe bînin Tirkiyeyê? Şîroveyeke vê ekonomîk tuneye, berê jî çend caran hat kirin, lê her carê jî biser neket. Ti carî ji Aştiya Hebûnî pereyek cidî nehat Tirkiyeyê û dê niha jî neyê. Li Tirkiyeyê hetanî metirsiya rewşa siyasî hebe, nîşaneyên ekonomîk wiha xirab bin û wek min niha jî got ekonomiya dinyayê di aleyhê Tirkiyeyê de be îhtîmala ku însan pereyên xwe bînin Tirkiyeyê pir kêm e. Yanî wê ti fêdeya Aştiya Hebûnî li ekonomiya Tirkiyeyê nebe. Berê nebû îro jî nabe.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Amerîka rasterast êrişî ekonomiya me dike
    'Wê Rûsya li 2050 bibe ekonomiya herî mezin a Ewropayê'
    Dibe ekonomiya Rûsyayê Ji sedî 3 zêdetir mezin bibe
    Ekonomiya Tirkiyeyê ji ya eşkerekirî biçûktir bûye
    Li gorî Commerzbankê ekonomiya Tirkiyeyê têk diçe
    Ekonomiya Tirkiyeyê piştî 7 salan biçûk bû
    Etîketan:
    Mûeyîdeyên Amerîka yên li dijî Îranê, Ekonomiya Tirkiyeyê, Yalçin Karatepe, Amerîka, Îran, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de