14:16 23 Gulan 2018
    selahattin demirtaş

    Demirtaş li ser hevdîtina xwe û Muharrem Înce daxuyaniyek belav kir

    © AP Photo /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş hevdîtina di navbera xwe û namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Înce de nirxand û got, "Mijarên wekî piştgiriya dualî nehat rojevê."

    Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş bi rêya parêzerên xwe li ser hevdîtina di navbera xwe û nazmedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Înce de daxuyaniyeke niviskî belav kir.

    ‘DIVÊ ZIMANÊ ME JI BO AŞITIYA CIVAKÎ XIZMETÊ BIKE'

    Demirtaş di daxuyaniya xwe de serdana Înce ji bo xwe û piştgiriyê bi qîmet nirxand û got, "Dubendîbûn û jihevdûrketina civakî herî zêde jî encama zimanê desthilatiyê ye. Endamên desthilatiyê jî di nav de, divê em hemû zimanê xwe yê siyasetê veguherîne şêwazeke ku xizmetê ji bo civakê dike. Serdana birêz Înce, ji ber vî alî jî girîng e."

    'MIJARÊN WEKÎ PIŞTEVANIYA DUALÎ NEHATIN ROJEVÊ'

    Demirtaş anî ziman ku di navbera wî û Înce de herî zêde mijarên wekî atmosfera kampanyayên hilbijartinê û pirsgirêkên heyî yên welêt hatine gotûbêjkirin û ev tişt gotin, "Jixwe hevdîtina du namzedên serokomariyê li girtîgeheke bi ewlehî, pêdiviyê zêde bi gotinê nahêle. Di hevdîtinê de bi ti awayî û teqez mijarên wekî piştevaniya dualî nehatin rojevê."

    Selahattin Demirtaş li ser bangewaziyên parlamenterên CHPê yên ji bo tehliyekirina xwe jî got, "Ez van bangewaziyên CHPyiyan girîng û bi wate dibînim. Gava tabloya bêedaletî û newekheviyên ku di warê şexsê min de tê rojevê, pêkan dibe ku pirsgirêk hîn baş werin xuya."

    Bi heman mijarî:

    Muharrem Ince serlêdana Demirtaş kir
    Temel Karamollaoglu: Divê Demirtaş bê berdan
    Ince piştî serdana Demirtaş diçe Colemêrgê
    Namzedê HDPê Demirtaş sozên xwe yên hilbijartinê eşkere kirin
    Etîketan:
    hevdîtin, Namzedê serokomariyê yê HDPê, Muharrem Înce, Selahattin Demirtaş, Edirne
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de